Rûsya: Moskova û Enqere ji hev naqetin

Rûsya: Moskova û Enqere ji hev naqetin

Berdevkê Kremlîn Peskov, îfade kir ku ji ber operasyonên li Sûrî tên kirin Moskova û Enqere ji hev naqetin.

Berdevkê Kremlîn Dmitrîy Peskov, piştî ku kûalîsyona ku bi pêşîvanîya Emerîka, Îngîltere û Frensa êrîş li Surî rast kir gotina Serokomarê Frensa Emmanuel Macron, ya ku gotibû, “Me bi van êrîşan Tirkîye û Rûsya ji hev qetandin” nirxan.

Peskov, piştî gotina Macron wiha got: “Naxêr, bi vê êrîşê Rûsya û Tirkîye ji hev neqetîyan. Di hin mijaran da fikra Moskova û Enqere ne yekbe ev ne tiştekî veşartîye. Di gel vê yekê cudahîyan fikran nabe sedema nedana dan û stendinan fikr û ramanan. Ya mihîm ewe ku Moskova û Tirkîue van cudahîyan di warê projeyên aborî û di tu mijaran de nakeke pirsgirêk.

Serokomarê Frensa Emmanuel Macron, piştî êrîşa li Sûryeyê gotibû kirin wiha gotibû, “Me bi van êrîşan Tirkîye û Rûsya ji hev qetandin û Tirkîye bikaranîna êrîşên kîmyawî rexne kir”.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.