Saglam: “Berî ku sazîya malbatê zêdetir zirarê bibîne divê Peymana Stenbolê bê betalkirin”

Saglam: “Berî ku sazîya malbatê zêdetir zirarê bibîne divê Peymana Stenbolê bê betalkirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê zirar û tahrîbata ku Peymana Stenbolê dide sazîya malbatê de daxuyanîyek belav kir.

“Bi gotinên ‘cudakarîya zayendî’ û ‘tundîya li dijî jinê’  jin û mêrên ku alîkarên hev û parçeyeke malbatê ne ji hev re wek dijmin tên nîşandan û berberî tê xistin nav wan “

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand zirara ku Peymana Stenbolê daye malbatê û dû re wiha got: “ Serokomar Erdogan berî niha derheqê hassasîyeta malbatê û Peymana Stenbolê de daxuyanîyek da û destnîşan kir ‘sedema problema heyî ne mewzûad e, sedem bi tetbîqkirinê re eleqedar e’ ku ev gotina wî bi me dide nîşandan ku ew ê di warê Peymana Stenbolê de tu tişt neyê kirin.  Serokomar Erdogan piştî gotinên ‘Li ba me sazîya malbatê hessas e. Ew êrîşên ku li sazîya malbatê tên kirin, biya me rastetast li me tê kirin. Em vê yekê bi vî awayî qebûl dikin.’ li Peymana Stenbolê xwedî derket ku ev yek em xemgîn kirin.  Di bingeha malbata civata me de pevçûna otorîteyê tune ye, tê de parvekirina wezîfê esas e. Him pîrek û him jî zilam di qada xwe bi xwe de otorîte ye.  Bi gotinên ‘cudakarîya zayendî’ û ‘tundîya li dijî jinê’  jin û mêrên ku alîkarên hev û parçeyeke malbatê ne ji hev re wek dijmin tên nasîn û berberî tê xistin nav wan. Bi vê yekê sazîya malbatê tê hedefgirtin. Ji ber Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284 di nav malbatê de hizûr û aramî  nema, di navbera dê û bav de pevçûn dest pê kir û ji vê yekê zarok jî zirarê dibînin.”

“Berî ku sazîya malbatê zêdetir zirarê bibîne divê Peymana Stenbolê bê betalkirin”

Saglam di berdewama nirxandina xwe de qala mexdûrîyeta wan kesên ku di emrê ciwan de zewicîne  kir û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Ji ber van sedemên ku hatin jimartin sazîya malbatê gelek zêde zirar dît û bû wek gwîza bêkakil. Di nav malbatê de ger ferdên malbatê di warê exlaqa giştî de nesîhet û hişyarîyekê bikin ev yek bi xwe jî di bergeha ‘tundîyê’ de tê nirxandin û ceza tê dayîn ku çavkanîya vê yekê mewzûad bi xwe ye. Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284 otorîteya sirûştî ya ku malbatê bi hev ve girê dide ji dê û bav standiye û vê yekê daye qereqol û qanûnê. Ji ber vê yekê têgeha malbatê li ba hemû kesî tê pirsîn. Divê bi bingeha civakê re zêdetir neyê lîstin. Problema nafaqaya bêwext û problema mexdûrrîyeta kesên ku di emrê ciwan de zewicîne  hêj li benda çareserîyê ye. Berî ku sazîya malbatê zêdetir zirarê bibîne divê Peymana Stenbolê bê betalkirin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.