Saglam: Bi azadîya Qudsê dê problemên ummeta Îslamê çareser bibin

Saglam: Bi azadîya Qudsê dê problemên ummeta Îslamê çareser bibin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam balan kişand li ser çareserîya problemên ummetê û destnîşan kir “ger siyonîzm ji herêma bê derxistin ew ê problemên me jî çareser bibin.”

Endamên Yekîtîya Alimên Filistînî Prof. Dr. Muhammed Uveyde û Prof. Dr. Îbrahîm Muhenna  pêkve çûn ziyareta Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam.

Di hevdîtina ku li Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HUDA PARê hat lidarxistin de heyeta Yekîtîya Alimên Filistînî qala ehemîyeta doza Qudsê kirin. Heyetê bi heman awayî destnîşan kir rêya fetha Qudsê ji yekîtîya Mislimanan derbas dibe.

 “Em bi meseleya Filistînê eleqedar dibin ku ev yek rêya çareserîya meseleya Kurd e”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam jî di hevdîtina ku hat kirin de balan kişand li ser çareserîya problemên ummeta Îslamê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Quds bi hevkarîya Kurd û Tirkan hat fethkirin. Ji bo me doza Qudsê yek ji wan pêşanîyan e.Ew hêza ku Mescîda Eqsayê îşxal kiriye bi heman awayî Kurdan jî dabeş dike û di nav wan de probleman derdixe. Ger dawî li hebûna siyonîstan a li Filistînê bê anîn û siyonîst ji herêmên me bên derxistin dê problem çareser bibin. Quds ji teref Selahaddînê Eyyûbî ve hat fethkirin.Em bawer dikin ew û rûh, şert û mercên dema wê fethê niha jî heye.Em ji bo azadîya Mescîda Eqsayê dia dikin û Rebbê xwe niyaz dikin ku bike nesîbê me em li Mescîda Eqsayê ya azad  em nimêja xwe bikin. Ger em vê yekê nebînin jî ew ê yên piştî me vê yekê bibînin.”

Saglama ku di berdewama axavtina xwe de qala fetha Qudsê kir derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji bo vê yekê temamê pêkhatîyên di nav ummetê yên ku Qudsê ji xwe re wek doz dibînin pêwîst e bibin yek.Me di 2yê Cotmehê de fetha Qudsê pîroz kir û înşallah em ê vê yekê bidomînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.