Saglam: “Divê Peymana Stenbolê bê fesihkirin”

Saglam: “Divê Peymana Stenbolê bê fesihkirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglma derheqê Peymana Stenbolê ya ku di 2014an de ket merîyetê û heta îro bû sedema gelek taxrîbatan de nirxandinan kir.

“Divê îmzeya ku ji bo Peymana Stenbolê hatiye avêtin bê vekişandin”

Saglam di nirxandina ku kir de destnîşan kir, divê Peymana Stenbolê bê fesihkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Çawa ku Peymana Stenbolê ket merîyetê ew sazîya ku li ser fitrata  parvekirina jiyanê ya digel jin, mêr û zarokan û avakirina dahatûyê hatiye hilweşandin û polês, dozger û hakim hatine xistin nava mahremîyeta malbatê. Ev yek bûye sedem ku însan ji zewacê dûr bikevin û mecbûrîtîyeta fermî ket şûna sadaqet û unsîyetê. Projeya ETCEPê hêj  berdewam dike. Ji dîroka ku ew peymana ku ji bo parastina pîrekan a ji tundîyê hat îmzekirin vir ve di warê tundîya ku li hember jinan tê kirin de gaveke bi sihhet nehatîye avêtin.Ev qad hema hema bi temametî ji feminîstan re hatiye berdan û pîrek zêdetir tenê mane.Gotinên Serokomar ‘ev peyman ne nas e’ û ya Numan Kurtulmuş ‘li gor ûsilê meriv dikare jê vebikişe’ di nav civakê de hêvîyek derxistiye holê ji bo ev peyman bê betalkirin.”

“Divê demildest ji vê xeletîyê bê vegerîn û îmzeyên ku hatine avêtin bê vekişandin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ev peyman bi xwe bûye sedem ku tundî li pîrekan bê kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi vê peymanê têgihiştina jirêderketî hat xistin bin ewlehîya qanûnê û temamê çeşîdên jirêderketîbûnên zayendî hatin xistin bin muhafezekirinê.Digel gotinên Serokomar û hinek rayedarên din hinek parlementerên pîrek ên AK Partîyê bi tundî li pey vê peymanê disekinin û naxwazin peyman bê betalkirin ku ev yek nîşan dide hişê îqtîdarê hêj tevlîhev e. Ev yek jî tiştekî balkêş e. Divê ev mijar zêdetir ji siyasetê re neyê kirin amûr û destûr neyê dayîn ku bê sûîstîmalkirin.Ev peyman bi xwe bûye sedem ku tundî li pîrekan bê kirin û bû sedem ku exlaq û nirxên civakê zirareke mezin bibînin. Ji xwe armanca sereke ya vê peymanê ev bû.Divê ev peyman bi xwe bûye sedem ku tundî li pîrekan bê kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.