Saglam: “Kampên penaberan bi bin rîskeke mezin de ne!”

Saglam: “Kampên penaberan bi bin rîskeke mezin de ne!”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam balan kişand li ser xetereya ku ji ber Coronavîrusê penaberên di kampan de lê rû bi rû mane û diyar kir “Divê gav bên avêtin da ku şert û mercên jiyanê ya penaberên di kampan de bên başkirin.”

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di nirxandina rojeva derve ya heftîyane de balan kişand li ser xetereyên ku penaberên di kampan de dimînin pê re rû bi rû mane.

Saglam di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir penaber bi problemeke mezin re rû bi rû mane û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Ew Coronavîrusa ku li ser rûyê cîhanê bû sedema mirina zêdetirî 70 hezar însanî  tesîreke neyînî li ser pergalên tenduristîyê ya wan welatên ku pêşve çûne kir û hêj ne bûye mimkûn ku ew şob bê xistin bin kontrolê. Ew ê şoba ku bi şikeleke lezgîn belav dibe teqez zirareke mezintir bide wan penaberên di kampan de ku ew  ji derfetên tenduristîyê û paqijîyê mahrûm in. UNICEFê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ger Coronavîrus di wan kampên penaberan de belav bibe ew ê ev yek bibe sedeme netîceyên muhîm ku divê ew tevdîr û alîkarîyên ji bo girtina pêşîya şobê tên girtin û kirin neyên astengkirin.”

“Jiyana bi milyonan penaberan di bin rîskê de ye”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir penaber bi şert û mercên giran ên jiyanê re tenê hatin hiştin û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “ Ji ber Coronavîrusê tê diyarkirin; divê mesafeya civakî bê parastin, tevdîrên paqijîyê bên standin ku ev yek li wan kampan û navendên qebûlkirinê yên ku lê qelebalixeke zêde heye û problema avê heye ne mimkûn e ku bê tetbîqkirin. Gelek welat ji bo ku şobê belav nebe sînorên xwe girtin ku ev yek bû sedema kêmbûna alîkarîyan û bi hezaran kes bi bi şert û mercên giran ên jiyanê re tenê hatin hiştin. Li wan kampên ku lê problemên xurek û xizmetê hene jiyana bi milyonan penaberan di bin rîskê de ye.”

“Divê gav bên avêtin da ku şert û mercên jiyanê ya penaberên di kampan de bên başkirin”

Saglam di dawîya nirxandina xwe de ji bo penaberan wisa bang li cîhanê kir: “Divê li dijî şobê micadeleyeke kurewî bê destpêkirin û divê gav bên avêtin da ku şert û mercên jiyanê ya penaberên di kampan de bên başkirin.  Divê pêşî li wan qadên kampan cihên bi ewlehî yên starê bên sazkirin, divê xurek û amûrên hîjyenê yên lazim bên tedarikkirin û divê xizmetên şewirmendîyê bê dayîn.Ger şob di wan kampên penaberan de belav bibe ew ê tesîra şobê ya kurewî zêde bibe û ew ê hejmara mirîyan zêde bibe ku dê pêîya van mirina nikaribe bê girtin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.