Saglam: “Li Sûrîyê çareserî bes bi dîplomasî û muzakereya siyasî mumkun e”

Saglam: “Li Sûrîyê çareserî bes bi dîplomasî û muzakereya siyasî mumkun e”

Saglam di daxuyanîya xwe ya rojeva derve de derheqê qetlîamên ku ji teref Amerîka ve li Efxanistanê tên kirin, terora nîjadperest ên ku li Ewrûpayê zêde dibin û derheqê rageşîya ku di navbera Tirkîye û rejîma Sûrîyê de zêde dibe de nirxandinan kir.

Qetlîamên sîwîlan ên ku li Efxanistanê tên kirin!

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de qala wan qetlîamên sîwîlan ên ku ji teref Amerîka ve li Efxanistanê tên kirin kir û got: “Di êrîşa asîmanî ya ku ji teref Hêzên NATOya ku Amerîka ji wan re pêşîvantî dike ve li Efxanistanê hat lidarxistin de herî kêm 10 kesên sîwîl hatin qetilkirin. Di sala 2001î de Amerîka dest bi îşxalkirina Efxanistanê kir û ji wê dîrokê vir ve li Efxanistanê  bêîstîqrarîya aborî, siyasî û civakî hakim e. Di sala 2018an de li Efxanistanê pêvajoya muzakerê hatibû destpêkirin ku însan bi vê pêvajoyê hêvîdar bûbûn, lê belê pêvajo hat xerakirin. Bi êrîşa dawî ya ku tê de sîwîl hatin hedefgirtin tê xwestin ku pêvajoya muzakerê ya ku di meha mijdarê de hatibû destpêkirin bê sabotekirin.Ji sala 2001an vir ve ku wê salê Amerîka dest bi îşxalkirina Efxanistanê kiribû di êrîş û pevçûnên ku  pêk hatin de li Efxanistanê 38 hezar kesên sîwîl, 58 hezar leşkerên Efxan û 42 hezar mîlîtan hatin qetilkirin. Ji bo hêzên derve ji welêt derkevin îlankirina aştîya navxweyî  şert e. Ji bo li Efxanistanê nema sîwîl bên qetilkirin û dawî li bêîstîqrarîya bê anîn divê di navbera birêveberîya sîyasî ya li welêt û Talîban de gotûbêj dest pê bike û dû re hewl bê dayîn ku hêzên NATOyê yên ku Amerîka ji wan re pêşîvantî dike ji Efxanistanê bên derxistin.Ger ev yek neyê kirin, wê demê ew hêzên ku  li Efxanistanê sîwîlan qetil dikin û tu kes ceza nade wan, çavkanîyên welêt tarûmar dikin û li gorî berjewendîya xwe şikl didin sîyasetê dê bedeleke girantir bi gelê Efxanistanê bidin dayîn.”

Terora nîjadperest a li Ewqûpayê

Saglam di  berdewama daxuyanîya xwe balan kişand li ser terora nîjadperest a li Ewqûpayê ya ku her roja ku derbas dibe zêde dibe û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber ku li welatên Ewrûpayê birêveberî ket destên nîjadperestan gotinên nîjadperest meşrû dibin û li hember koçberan êrîşên terorê zêde dibin. Li gorî raporta Endeksa Terorê ya Kurewî di 5 salên dawî de li Xerbê êrîşên terorê yên nîjadperest ji sedî 320 zêde bûn.Herî dawî li Almanyayê êrîşeke nîjadperest li du kafeyan hat kirin û di wê êrîşê de 9 kes hatin qetilkirin.Ji bo bedela wan îhlalên mafan bê standin divê Mislimanên cîhanê bibin xwedîyê yekîtîyeke bi hêz a siyasî û hiqûqî. Ev yek êdî elzem e.”

 “Şerê bi Sûrîyê re qetîyen ne vebijerek e”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rageşîya di navbera Tirkîye û rejîma Sûrîyê de her ku diçe bi xeteretir dibe û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo çareserkirina problem herb ne çare ye. Hêj mimkûn e ku Tirkîye him berjewendîyên xwe û him jî berjewendîyên gelê Sûrîyê bi rêya dîplomasî û bi rêya muzakereya sîyasî muhafeze bike. Digel neyînîyên ku berî niha pêk hatine û şert û mercên giran ên niha Tirkîye û Îran hêj dikarin îradeyeke hevpar nîşan bidin û dikarin vê lîstikê xera bikin.Heke ev yek neyê kirin ew ê tabloya li Sûrîyê li gorî berjewendîyên polîtîk ên Amerîka û Rûsyayê şikl bigire.”

 “Rûsya û Amerîka di polîtîkaya Sûrîyê de durûtîyê kirine”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Sûrîyê çareserî bes bi dîplomasî û muzakereya siyasî mumkun e û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Rûsya û Amerîka di polîtîkaya Sûrîyê de durûtîyê kirine. Tirkîye ne mecbûr e di navbera van her hêzên emperyal de tecîhekê bike. Divê Tirkîye polîtîkaya xwe ya herêmî di bergeha însan û îstîqrarê de bimeşîne.Ev civak bi şikleke eşkere dibêje ku ew naxwaze bi Sûrîyê şer bê kirin. Amerîkayê ku li Sûrîyê 70 hezar TIR çek da komên ku dijberên Tirkîyê ne û mueyyîdeyên herî giran li Tirkîyê sepand îro dibêje ku ew li dijî Sûrîyê amade ne her cûr destekê bidin Tirkîyê ku ev yek nîşan dide Amerîja ji bo Tirkîyê ne dost e.Rêya çareserîyê dîplomasî û muzakereya sîyasî ye.”

ÎLKHA


Saglam: “Li Sûrîyê çareserî bes bi dîplomasî û muzakereya siyasî mumkun e”

Saglam: “Li Sûrîyê çareserî bes bi dîplomasî û muzakereya siyasî mumkun e”

Saglam: “Li Sûrîyê çareserî bes bi dîplomasî û muzakereya siyasî mumkun e”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.