Saglam: “Şerê di navbera Tirkîye û Sûrîyê de ji bo herêmê dê bibe felaketeke mezin”

Saglam: “Şerê di navbera Tirkîye û Sûrîyê de ji bo herêmê dê bibe felaketeke mezin”

​Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam destnîşan kir “Di vê pêvajoyê de pêwendîyên Tirkîye û Sûrîyê darbe xwar ku Amerîka dixwaze ji vê yekê sûdê werbigre û ji bo vê yekê hewl dide Tirkîyê li gorî berjewendîyên xwe yên qirêj bi kar bîne.”

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di nirxandina rojeva derve de derheqê mijarên mîna fonksîyona Artêşa Îslamê” ya ku 34 welat beşdarî bûne, peymana îxanetê ya sedsalê û rageşîya di navbera Tirkîye û Sûrîyê de daxuyanîyên balkêş da.

Temamê metna daxuyanîya rojeva derve ya Serokê Giştî ya HUDA PARê Îshak Saglam:

“Divê pêşanîya artêşa Îslamê azadîya Qudsê be!”

Hat  daxuyandin navenda koordînasyona hevpar a “Artêşa Îslamê” ya ku 34 welat beşdarî bûne û di 14ê Kanûna sala 2015an de damezrandina wê ji teref Erebistana Siûd ve hat daxuyandin, dê di meha Remezanê de bê sazkirin. Di pêvajoya ku tê de îxtîlafên mezhebî û dijmintîyên îdeolojî gelek zêde hene ku di vê pêvajoyê de berîya çalakkirina artêşê û bi hêzkirina tifaqa leşkerî divê welatên Îslamê îxtîlafan deynin alîyekî yekîtîyeke siyasî ya bi hêz saz bikin.

Tê dîtin ew welatên ku ji artêşa Îslamê pêşîvantîyê dikin piştî gavên asayîbûnê yên bi rejîma îşxalê re niha jî amadehîya peymana êrîşnekirinê û Kombexata Bahreynê dikin. Êrîşên eşkere yên rejîma îşxalê di holê de ne, lê belê ew welatên ku ji “Artêşa Îslamê” re pêşîvantîyê dikin  gavinan davêjin da ku bi rejîma îşxalê re peymana êrîşnekirinê îmze bikin ku ev yek meriv bi fikar dike. Ger destek ji wê çavkanîya ku sedema bêîstîqrarîyê ye re bê dayîn ew ê ew operasyonên leşkerî yên ku pê Misliman tên hedefgirtin berdewam bikin. Ji ber vê sedemê divê bi beşdarbûna temamê welatên herêmê civînek bê tertîpkirin û di vê civînê de dev ji îxtîlafên mezhebî û îdeolojîk bê berdan û ji bo rizgarîya Qudsa ku rojeva ewil û bingeh a Mislimanan e yekîneyeke leşkerî bê çalakkirin.

Peymana Îxanetê ya Sedsalê

Alema Îslamê ji wê peymana îxanetê ya sedsalê ya ku di pêşîvantîya Amerîkayê de hat îlankirin re berteka têr û di cî de nîşan neda. Bi vê plana qaşo ya aştîyê ye tê xwestin ku Filistînî bên bênasnamekirin û axên wan ji wan bê standin, her wisa bi vê peymanê Quds ji rejîma îşxalê re tê berdan û tê xwestin ku komên berxwedanê ji holê bên rakirin. Raya giştî ya Mislimanan û tebeqeya îdarevan li dijî vê peymanê bêdeng dimîne ku ev yek jî merib bi fikar dike. Alema Îslamê ya ku bi rojevên sunî hatiye dabeşkirin û rojeva wê hatiye guhartin ji meseleya Filistînê  ya ku ji bo Mislimanan meseleya herî muhîm e dûr ketiye.Di encama vê yekê de gavên asayîbûnê digel rejîma îşxalê hatine avêtin û gelê Filistînê ji teref van welatên ku hevkarên rejîmê ne ve ji însafa rejîma îşxalê re hatine terkkirin.

Ger tê xwestin peymana îxanetê ya sedsalê bê astengkirin divê ew hesasîyeta li hember Filistînê vê zêdekirin û îhyakirin. Di vê çarçovê de divê ew gavên ku digel rejîma îşxalê ji bo asayîbûnê tên avêtin bên rawestandin û temamê pêwendîyên siyasî û tîcarî bên betalkirin. Bi bê îstîqrarîyê ku li herêmê tê derxistin ewlehîya rejîma îşxalê tê qewîkirin, ger tê xwestin dawî li vê bêîstîqrarîyê bê anîn wê demê divê li dijî rejîma îşxalê gavên eşkere û xuya bên avêtin da ku rejîm hedefên xwe vegere.

Ger di navbera Tirkîye û Sûrîyê de şer derkeve ew ê ev yek ji bo herêmê bibe felaketa herî mezin

Mutabaqata Soçîyê li Sûrîyê ji bo çareserîyê bûbû hêvîyek.Di van rojên dawî de ev mutabaqat ji mêrîyetê rabû û di navbera Tirkîye û hêzên rejîmê de geh geh pevçûn derdikevin û îhtîmal e ku ev pevçûnên biêûk bibe şereke giştî. Her wisa rejîma Sûrîyê û Rûsya bi balafirên şer bênavber Îdlîbê bombebaran dikin ku ev yek dibe sedema fikareke mezin. Hedefgirtina mekteb, nexweşxane û sîwîlên ku ji şer direvin ne ya qebûlkirinê ye.  Di vê demsala dijwar de însan tên bombebarankirin ku ev yek hovîtî ye.  Di vê pêvajoyê de qîzikeke bi navê Îman Ehmed Leylaya  sal û nîvî ya ku digel malbata xwe ketibû rêya koçê ji ber sir û seqemê çavên wê vekirî rehmet kir ku ev yek em jî di nav de dilê temamê kesên ku xwedî wijdan in êşand.

Di vê pêvajoyê de pêwendîyên Tirkîye û Sûrîyê darbe xwar ku Amerîka dixwaze ji vê yekê sûdê werbigre û ji bo vê yekê hewl dide Tirkîyê li gorî berjewendîyên xwe yên qirêj bi kar bîne. Di deftera Amerîka û Rûsyayê de têgeheke bi navê dost û muteffîq tune ye.  Di vê pêvajoya şer a 8 salane ya li Sûrîyê de Amerîka û Rûsya her tim li gorî berjewendîyên xwe yên şexsî hereket kirine.  Di çarçoveya vê heqîqetê de ger di navbera Tirkîye û Rûsyayê de şerek derkeve ew ê ev yek bes ji berjewendîyên Rûsya û Amerîkayê re xizmetê bike û ew ê li vê erdnigarîyê bibe sedema felaketê.Hikûmet divê wan hêzên ku dixwazin di navbera Tirkîye û welatên li herêmê de şer derxinînin bibîne û  lîstikên wan xera bike.Ji ber vê yekê em bang li temamê terefan dikin da ku li gorî  mutabaqata li Soçî û Astaneyê li ser lihevkirin çêbû hereket bikin û li ser çareserîya siyasî israr bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.