Şahidên qetlîamê qala terora êrîşkarê xaçperest kirin

Şahidên qetlîamê qala terora êrîşkarê xaçperest kirin

Şahidên qetlîama ku li New Zelandê di du camîyan de hat kirin qala terora êrîşkarê xaçperest kirin.

Li ChristChurcha New Zelandê  êrîşa çekdarî li du camîyan hat kirin. Di êrîşa terorê ya ku di wextê nimêja înê hat kirin de 49 Misliman hatin şehîdkirin û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn. Şahidên qetlîama ku li New Zelandê di du camîyan de hat kirin qala terora êrîşkarê xaçperest kirin. Kesên ku ji qetlîamê re bûn şahid destnîşan kirin, terorîstê ku hat camîyê çawa ku ji derîyê camîyê ket hûndir dest bi reşandina berikan kir û piştî ku Mislimanekî li hewşa camîyê şehîd kir re berê xwe dan hûndirê camîyê û Mislimanên di camîyê de jî şehîd kir ku ev terorîstê êrîşkar vê êrîşê ji bo armanceke taybet kiriye.

“Êrîşkar ket hûndir û yek bi yek Mislimanên di camîyê de şehîd kir

Mislimanê bi navê Muhammed Jama derbarê mijarê de diyar kir dema ku êrîş hat kirin wextê nimêja înê bû û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Seat derdora 13.40 bû. Êrîşkar ji derîyê hewşa camîyê ve hat, yekî li pey xwe hişt û bi yekî din de berda û ew şehîd kir. Di serê wî de kask û li ber çavên wî jî berçavk hebû. Cil û bergên leşkeran li xwe kiribû û di destê wî de çek hebû. Ji ber min derbas bû, min jê re  got ku tu çi dikî, lê wî guh neda min. Demekê li derdorê mêze kir û dû re dest bi êrîşê kir. Ez ji wê derê revîyam û ew jî ket hûndir û yek bi yek Mislimanên di camîyê de şehîd kir. Di êrîşê de hinek Misliman jî birîndar bûn.”

“Min dît ku hinek Misliman şehîd bûne û hin jî dikûlin”

Mislimanê bi navê Farîd Ahmed jî derbarê mijarê de destnîşan kir dibe ku hemû tişt li odeya sereke qewimî be û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra êrîşkar ji korîdorê ve hat, wisa tê fêmkirin. Ez li odê rûdiniştim. Min êrîşkar nedît, lê belê min dît ku hinek Misliman şehîd bûn, hinek dikûlin û hinek jî hewl didan birevin. Min wê demê cîddîyeta rewşê fêm kir.”

 “Piştî ku êrîş xelas bû re kesê ku herî dawî ji mizgeftê derket ez bûm”

Mislimanê bi navê Remezan Elî jî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir kesê êrîşkar ji bo armanceke taybet vê êrîşê li dar xistiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mela di wextê înê de xutbe dida, seat dihat 13.42yan û dengê teqînê hat. Êrîşkar kete hûndir, ji bo armanceke taybet berdida Mislimanan. Min ew nedît, lewra ez ketibûm bin masê û min xwe veşartibû. Min ji xwe re got tu serê xwe rabikî ew ê berde te jî. Min xwest ku ez nemirim. Piştî ku êrîş xelas bû re kesê ku herî dawî ji mizgeftê derket ez bûm. Li ber devê derî gelek kesên ku hatibûn şehîdkirin hebûn.”

Îro li Christchurcha bajêra New Zelandê di wextê nimêja înê de êrîş li du camîyan hat kirin. Di wextê êrîşê de nêzî 200 kes hebû. Derket holê terorîstê êrîşkar êrîşa ku li camîyê kir li ser medyaya civakî bi zindî weşand. Di vîdyoya ku hat weşandin tê dîtin terorîstê êrîşkar çawa ku ji wesayîtê pîya dibe bi çekê di destê xwe de berikan li ser Mislimanan de direşîne.Di encama êrîşa terorê de 40 Misliman şehîd bûn û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn.Derbarê mijarê de ji teref polêsê New Zelandê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin 3 jê mêr 1 jê jin tevde 4 kes hatin binçavkirin.

Seroka New Zelandê Jacînda Ardern jî di daxuyanîya ku da destnîşan kir “Îro ji bo Zelandaya Nû rojeke tarî ye û ev êrîşeke terorê ye.”

Derket holê terorîstên ku li du camîyan qetlîam kir ji ser rûpela xwe ya You Tubeyê manîfestoyeke 70 rûpel weşandiye û ji bo Tirkîyê gotiye “Em ê bên Konstantînopolîsê û temamê camî û mînareyan xera bikin. Ew ê Ayasofya ji mînareyan bê paqijkirin û ew ê Konstantînapol wek berê bibe bajarê Xiristîyanan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.