Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Dayikên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKyîyan ve hatine revandin ev bû salek ku li ber avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê didomînin.

Di nava saleke derbasbûyî de 15 zarok li malbatên xwe vegerîyan û nobeda 151 malbatî berdewam dike. Malbatên ku nobeda xwe didomînin bênavber li dijî PKK/HDPê sloganan avêtin.

“Ev bû 6 sal ku zarokên me ji me veqetandine”

Şevket Bîngolê ku zarokê wî ji teref HDP/PKKê ve hatiye revandin derbarê mijarê de wisa axivî: “Ev bû 6 sal ku zarokên me ji me veqetandine.Ev bû salek ku em li ber derîyê wan in û heta îro ti daxuyanî nekirin. Di pey şibakê de li me mêze dikin. Xweda wan kesan bike qurbanê zarokên ku revandine. Ev xort ên me tevan e. Em zarokên xwe ji HDPê dixwazin, heta zarokên me neyên em ê ji vê derê neçin. Zarokên wan bi xwe di nava kêf û xweşîyê de dijîn û ên me jî revandine serê çiyê da ku bên kuştin.Ez bang li temamê parlementerên Tirkîyê dikim. Bila dengê me bibihîzin.Bila li ser navê me ji HDP/PKKê hisabê bipirsin.Em welatîyê vî welatî ne. Bila vê yekê ji me re zêde nebînin.”

“Ev bû 6 sal ku ez hesrata lawê xwe dikşînim”

Necîbe Çîftçya ku 2 lawên wê yên bi navê Rojhat û Samî hatine revandin serê çiyê ji Şemzînana Hekkarîyê beşdarî nobeda li Diyarbekirê bû. Dayika Necîbe derbarê mijarê de wisa axivî: “Ez ji bo her 2 lawê xwe li vê derê me. Ev bû 365 roj ku em li vê derê micadele dikin û em ê vê micadeleya xwe bidomînin.2 lawên min ji min standin û birin serê çiyê, yekî qetil kirin. Xweda qebûl neke. Bila ê din bidin min. Em lawên xwe dixwazin. Em dawa tiştekî din nakin.”

“Ev bû 6 sal ku ez hesrata lawê xwe dikşînim”

Songul Altintaşa ku lawê wê Muslum Altintaşê ku leşkerî dikir û hat revandin jî derbarê mijarê de wisa axivî: “Dema ku lawê min leşkerî dikir li Dêrsimê hat revandin. Bi çi heqî lawê min ji min standin.Niha lawê min êsîr girtine. Bila lawên xwe êsîr bigirin, tu kes ji wan re tiştekî nabêje. Ev bû 6 sal ku ez hesrata lawê xwe dikşînim. Êdî bes e, ez nema îdare dikim. An bila li vê derê min bikujin an jî bila lawê min bidin min.”

“Me xeyal dikir ku aştî çêbibe; lê belê ew lawên me revandin li serê çiyê”

Celîl Begdaşê ku balan kişandi li ser “Pêvajoya Çareserîyê” derbarê mijarê de wisa axivî: “Çûyîna wî wek sed salan êş û elem da min; lewra canê min çûye. Dema ku Serokomar got ‘Meseleya Kurd meseleya min e” me zen kir ku ew ê mesele hal bibe, lê em şaş bûn.Serokomar ferq nedixist navbera tu kesî, lê ew amadehî dikirin da ku însanan bişînin çiyê.Derd û kula HDP/PKKê ne doza Kurdistanê ye Lawê min ji bo Amerîkayê leşkerîyê dike; lê belê yên wan li Ewrûpayê di nav luks, kêf û xweşîyê de ye.Ka Kurdistan? Ez 3 tiştan ji HDPê hîn bûm: derew, xapandin û Xwedanenasî.

ÎLKHA


Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

Salek ji ser nobeda dayikên ku li benda zarojên xwe ne derbas bû

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler