Sê Mehên ku mehên rehmet û mexfîretê ne dest pê dikin

Sê Mehên ku mehên rehmet û mexfîretê ne dest pê dikin

Sê mehên ku di nav xwe de Şeva Leyletûl Qedra ku ji hezar û yek şevê bixêrtir e dihewînin di 25ê meha Sibatê roja sêşemê dest pê dike.

Sê mehên mibarek ên ku Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l.) di derheqê wan de gotiye “Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazanê” di 25ê meha Sibatê de roja sêşemê dest pê dike.

Meha Recebê, Regaîb û Mîracê, Meha Şabanê Beratê, Meha Remezanê jî  Şeva Leyletul Qedrê di nav xwe de dihewînin ku ev  şev û mehên mibarik ji bo qezenckirina riza Xwedê û ji bo tobekirinê firsedeke mezin e û divê Misliman ji xêra van şev û mehan mehrûm nemînin.

Hedîsên ku di derheqê sê mehan de ji Pêxemberê me hatine neqilkirin

- Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê.

- Ji bo wan kesên ku di mehên haram de rojên pênçşem, în û şemiyê rojiyê bigrin re  xêra îbadetên bi qasî du salan tê nivîsîn.

-Di mehên haram de rojek rojî girtin û rojek xwarin pir bi fezîlet e.

-Di meha Recebê de pir zêde îstîxfar bikin;lewra  di her wextên meha Recebê de evdên ku Xweda wan ji cehnemê azad kiriye hene. Her wiha di cennetê de qesrên wisa hene ku encax kesên ku di meha Recebê de rojî digrin dikarin têkevin wê derê.

Dîrokên şev û rojên mibarek ên sê mehan:

Îsal sê meh di 25ê meha Sibatê roja sêşemê dest pê bikin. Dîrokên wan şev û mehên mibarek ên din jî wiha ye:

Qendîla Regaîbê: 27ê Sibatê  Roja pêncşemê

Qendîla Mîraçê: 21ê Adarê Roja Pêncşemê

Destpêka Meha Şabanê: 25ê Adarê Roja Çarşemê

Qendîla Beratê: 7ê Nîsanê Roja Sêşemê

Destpêka Meha Remezanê: 24ê Nîsanê

Şeva Leyletul Qedrê: 19ê Gulanê Roja Sêşemê

Arefe: 23ê Gulanê Roja Şemîyê

Îda Remezanê: 24, 25 û 26ê Gulanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler