“Sefaretên îsraîl û baregahên NATO bigirin”

“Sefaretên îsraîl û baregahên NATO bigirin”

Di daxuyanîya ku li Stenbolê li ber avahîya sefareta îşxalkerên siyonîst hat dayîn de hat xwestin ku sefaretên îşxalkerên siyonîst û baregahên NATO bên girtin.

Li Stenbolê ji teref Platforma Vegera li Filistînê ve li ber avahîya sefareta siyonîstên îşxalker daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Serokatîya Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê û Cemîyeta Mustazafan jî destek dan daxuyanîyê.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Mehmet Şahînê ku Serokê Rûmetî yê Fatîh Akincilar e ve hat xwendin. Şahîn di daxuyanîya ku xwend de qala êvara teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê û helwestan Mislimanan kir û dû re wiha got: “ Em wek xelkê ku berxwedana 15ê Tîrmehê derxistiye holê ji hikûmetê bes du tiştan dixwazin. A ewil; wan sefaretên siyonîstên îşxalker ên li Tirkîyê bigirin û berdin wan. A duyem jî temamê baregahên Amerîla  yên li Tirkîyê û baregaha NATOyê ya ku li Kurecîkê bo parastina îsraîl hatiye damezrandin û bigrin.”

ÎLKHA




































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.