Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Şehîd Xalê Şêxmus

Li Kurdistanê, di wan demê tarî û wek ‘ewrên reş, ketibûn ser Kurdên Musulman. Gellek zoru t’adeyî mirovên mu’min dikişand. Heval û, hogir û meriva rûyên xwe ji wan dizîvırand, û newêrî bûn silavê li wan bikin. Di wan şertên girande gellek ‘egîda, rûyê xwe ji t’adeyî û ezyet û bela nezîvirand, û îmana xwe dan îspatkirin.

Belê sunnetûllah dîsa carekî dinê tecelli dikir. Li hember Mu’mina, wekî boyqota Şibi Ebu Talib hat danîn. Lê belê cîhû zeman ne ‘eynê bû. Wê demê ‘Erebistan û Mekke bû. Sal jî gorî milada Mesih 600 bû. Îro jî li welatê Kurdistanê, Amed, Nisêbîn, Qoser, cizîr, Farqin û derê dinê bûn. Û sal jî salên 1990 bûn. Xwedayê Te’ala însana di ceribîne. Bê ka kî rastin, kî jî derewçînin. Wekî ustad di got: “Cennet ne erzane, cehennem jî ne bîlasebeye.” Mirovên mu’min daîmî di îmtîhanê deye. Ji boy rastû derewçîn, ji hevdû bellî bibin.

Xwedayê Te’ala, di Qûr’an’a Piroz de weha ferman dike: “Hettanî însan di îmtîhanê re neyên derbaskirin, ew zenn dikin bi deva bibêjin ‘me îman anîye’ emê dev ji wan berdin? Ez qesem dikim me ê beriya wan jî, di îmtîhanê re derbas kirîye. Mûheqqeq Xweda, kî raste, kî jî derewçîne wê derxe meydanê.” (Ankebut 2-3)

Şehîd Şêxmûs jî, li welatê Kurdistanê wekî gellek birayê xwe, divê îmtîhana zoru zehmet de, bi rû sipî derbas bû. Di rîya Xweda û Resûlê Xweda de, di seffê cema’eta İslamê de, canê xwe feda kir, û da îspat kirin kû ji rastaye. Ew soza dabû Rebbê xwe ji, bi cî anî.

 Jîyana Şehîd Şêxmûs û Şexsiyeta wî

Şehid Şêxmûs piştî dujminantiyê bi biçukanî, malbata wî ji gundê xwe koçber bûn hatin Xana Axpar. (Çınar) Ji ber vî hawî gedetiya wî, di zorû zehmetîyê de derbas bû. Piştî ‘elimî şivêrtîyê, Li Çinarê li cem mala Şêx, deme kî şivêrtî kir. Piştî wê bi hevalekî  xwere, bi şirîkanti jip stend û şuğuland. Vê dawîyê jî, bi tena xwe texsi stend, li nava Çinarê, û gundê Çinarê xebitî, û pê îdara mala xwe dikir.

Şehîd li derû dorê xwe bi dindar ti, û bi durustî di hat naskirin. Rizqê xwe bi helalî qezenç dikir. Hetanî wê gavê tu kes, ji ne rehet ne bû, û tu kesî jî gazin ne dikir. Dostê dostê xwe bû. Bi yekî re biba dost, hetanî dawîyê pê re dost dima, û bi wan bawer di bû. Ji ber vî exlaqê wi yê merd û wefadar hat şehîd kirin. Çunkî lawê dosteki wî, bi bêbextî wî bir ser kemînê, û da şehid kirin.

Şehîd Şêxmûs li ‘ibaetê xwe pir miqate bû. Di vê deravayê de, di xwest gedê xwe jî li ser exlaqê İslamê rake. ‘Alimê bi ‘ilmê xwe ‘emel dikir, ji wan hez dikir, û bi wan re dibû dost.

Şehîd xwedî yê fitratek pakû paqij bû. Tu carî meyla li ser fikrê cahilî ne kir. Kude bi çûya d’awa İslamê digot, û di parast. Tu carî jî t’awiz ne dida. Ji ber wî awayî hinek însana jêre digot ‘tê zirarê bibîne’ jî, wî guh ne dida wan û rastî çiba ew digot. Ji ber vî awayî komala mürted, jiwi bi kîn bû.

Ji kesên Marksist û, Kemalist û, Materyalist û, bê ol hezne dikir, û tiştê wanê ne li rê, li rûyê wan digot. Timî dıgot, rîya xellasîyê İslame, û şeri’eta İslamê ye.

Wê dema kû d’awa İslamê, bibû kozek agir, û herkesî  xwe dida alî, û newêrî bûn bi semtê ketana, Şehid Şêxmûs xwe bi d’awa Îslamê girt, û paşê xwe ne da cema’eta İslamê.  Ji ber vê wefadarya wi, Xwedayê Te’ala jî, ew meqamê kû Pêxember xweziya xwe pê tînin, yan’i şehîdî kir nisîbê wî.

Xalê Şêxmus Bi Bêbextî Tê Şehîd kirin

Di wê demê de qerarek bivî awayî hatibûn stendin. Piştî ‘esir gerek kes derneketa ser rîyê gundan. Xalê Şêxmûs jî, ji ber şivêrtî dikir, heta îmkana wî heba, gorî vê qerarê hereket dikir. Heta di wê hedîsa Muhsîn û Mele Hemdullah şehid bibûn, berîya wê Muhsîn ji şehîd Şêxmûs re, dibê ka mi bibê gund. Ew jî dibe êvare, hûn zanin divê se’etê de derketina rîya ne musa’îte. Ezê sibê we bibim. Piştî wi Muhsîn Mele Hemdullah dibine, û bi ‘ereba wî dikeve rê. Di rê de ji ber PKK’ê rê girti bû, şer derdikeve, û her dû jî li wê derê şehîd bûn.

Roja kû wê şehîd bibe, lawê dosteki xalê Şêxmûs, tê cem wî, û dibêje silavê bavêmin li te heye. Pezek me li gund heye gotîye herin bînin. Partiya Karkerê Küfrê, bi vî awayî kemînek li ber çêkir, û lawê dostê wi jî, divê kemînê kir wasîte. Şehîd Şêxmûs jî, ji dilê xweyê saf jê bawer kir, û tu xeber neda kesî, û çû ser kemînê. Çunkî wî, vê bêbextiyê ji van însana, tu car nedanî heşê xwe.

Piştî qeder temam bû, û ecel hat tu tedbir êdî kar nake. Wan xainê xwinvexar, di rîya gundê Dikênîyê, hawê wawîkû gura, êrîşê ser xalê Şêxmûs kirin, û bi bêbextî wî şehid kirin. Evan xaîna xwestin wî tev ‘ereba wi bişewtînin. Li ka biçi hîkmetî negihan vê meqseda xwe û revîyan. Leşkere kufrê timî tirsonekin. Encax hawê rêviya bi hîle û pîlan, li dor leşkere İslamê dehrû tên. Gava firseta xwe bibinin, bi xaîntî derbê li musulmana dixînin.

Kalê Şêx Seid û 47 heb hevalê xweyê muhterem,  di sala 1925’ade di 28 meha pûşper’êde, ji bo d’awa İslamê hatibûn şehîd kirin. Xalê Şêxmus Ji teref dujminê İslamê, di sala 1993’de, di 28 meha pûşper’êde hat şehid kirin, û li Kalê Şêx Seid û hevalên wî di bû mêvan.

Êvarî piştî xalê Şêxmûs nehat malê, herkesi fêhm kir kû tiştek heye. Çunkî zemanê biçûya cîkî xeber dida mala xwe, yan jî hevalkî xwe. Wê rojê ka çerbû, ji kesî ne gotibû ez dehrim filan derê. Heta sibehê hevalû hogirû, merivên wi, lê geriyan, lê belê tu xeber jê derneket. Serê sıbê yekî, cê lê şehid bi bû xeberda.

Di wê demê de hinek cîrana, û kesan cenazê şehid li ser rê dîtibûn jî, ji tirsa re ne gotibûn. Ji ber wî awayî cenazê şehîd, ji piştî 'esır, hetani roja dinê serê sibehê li ser rê ma. Partîya küfrê tirsek ver ğedar xisti bû ser millet. Zemanê tirsa ji Xweda re tüne be, însan ji her tiştî ditirsin. Li alî kî rejima kemalîst, li alîyê dinê komala mürted PKK’ê, însan di revandin û bi awakî ğedar di kuştin,  li ser gelê Kurd tirsek mezin çêkiribun.

Çêlikê Marks û Lenîn, goya li hember feodalizmê û ağatîyê bûn. Bi çêlikê feodala re hevaltî kirin, û ew însanê, kû bi keda helal gedê xwe xwedî dikir, û tu zirara wî, li tu kesî ne dihat, xwina wi bi zalimtî rijandin, û 'erda Kurdistanê dîsa bi xwina mezluma sorkirin. Ewan murteda, ji rijandina xwîna mezluma pir bi hünerin. Wek wawîkê di tarîyê de di zûrin, wan zen kir kû şehid şêxmûs ji ortê rakin, wan mu’minên dinê wê birevin, û ji hev bela bibin. li belê xwîna şehadeta xalê Şêxmûs bêtir mu'min pev jidand, û ew hesabê wanê pûç, li valayê derxist.

Wer xuya ye evan xaina, ji kale xweyê Nemrûdû, Fîr’ewnû, Ebû Cehil û Stalîn jî ders negirtin. Di kîja tarîxê de mu’mina ji d’awa xwe vegeryane. Li feqet dostê şeytan daîmî hesabên şaş kirine. Çunkî ew tiştê hatîye serê pêşîyê wan, şeytan bi wan didi ji bîr kirin, û sebata kû dostê Xweda dikişînin nayne bîra wan. Mu’min bê avêtin agir jî, bên ajotin behrê jî, bi şehê hesinî bibin du felqe jî, di pişta wan de kozê agir jî bên vemirandin, û li ser qûma germ, kevira jî dînin ser singa wan, tu carî ji d’awa xwe venagerin. Dostên şeytan vêya bianîya heşê xwe, tarîxê tu car tekerrür ne dikir.

Ew qatilê kû bi şehîd re bê bextî kir, û wi bir ser keminê, dawîyê bû îtîrafçî û ew hevalên xwe bi hevdû ketin, û piştî wî hevdû kuştin. Ev jî ‘edaleta îahî bû, Xwedayê Te’ala heyfa şehîd, bi distê qatilên wi ji wan stend. Evê ya cezayê dünyê bû. Cezayê mezin jî li axretê wê bibînin bi îzna Xweda.

Şehîd Şêxmûs ew ehdû soza kû dabû, hettanî dawîn bi cî anî, û gihaşt Rebbê xwe. “di nav mu’mina de mêrin were henin, ew ehdû soza danin Rebbê xwe, li ser wê ehdû sozê manin. A ji wana hinek soza xwe bi cî anîn, û di wê rîyê de canê xwe danin. Û hinek jî li bende şehadetênin. Û wan tu carî ehdû soza xwe ne guherandinin. (Ahzab-23)

Xwedayê Te’ala şehadeta şehîd qebûl bike, û me ji şefaeta wî mehrûm neke…

 

Mamostê Sipyagî/Dengê Xana Axpar

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.