Şehîd Yasîn û hevalên wî li Bursayê hatin bîranîn

Şehîd Yasîn û hevalên wî li Bursayê hatin bîranîn

Di bernameya ku ji teref Şaxên Ciwanan a Bajêra Bursayê ya HUDA PARê ve hat tertîpkirin de Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-8ê Cotmehê de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn.

Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-8ê Cotmehê de hatibûn qetilkirin ji teref Şaxên Ciwanan a Bajêra Bursayê ya HUDA PARê ve hatin bîranîn.

Bernameya bîranînê ya ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir bi axavtina Îbrahîm Yaz Xoce berdewam kir.

Yaz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, dijmintîya PKKê ya li hember Îslamê di salên 90î de dest pê dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wisa xuya dike ew ê qetlîamên PKKê ya li herêmê berdewam bike. Baş e, em çima hatin qetilkirin? Çima PKK nexasim Mislimanan ji xwe re kire hedef? Wekî din nexasim çima HUDA PARê ji xwe re kirin hedef?  PKK û em efendîyên wan ên hêzên emperyalîst dema ku fêm kirin ew ê ev camîa li herêmê ji wan û armancên wan re bibe asteng, wê demê dest bi bêbextî û îftîrayan kirin û li hember Mislimanan qetlîaman dan destpêkirin. Berî niha çawa qetlîam hatibûn kirin di 6-8ê Cotmehê de jî qetlîam hat kirin.”

Bername bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir û bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.