Şehîdên 6-8ê Cotmehê li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn

Şehîdên 6-8ê Cotmehê li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn

Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz, Rîyad Guneş û Turan Yavaşê ku berî 5 salan di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibûn qetilkirin, li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn.

Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz, Rîyad Guneş û Turan Yavaşê ku berî 5 salan di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibûn qetilkirin, bi bernameya ku ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve hat tertîpkirin, li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut, Serokê  Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Osman Aktaş, malbatên şehîdan û gelek dost û hevalên şehîdan beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bûn.

Bernameya bîranînê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û ji bo şehîdan dia hat kirin.Piştî bernameya bîranînê nasên şehîdan derheqê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên û destnîşan kirin, êş û elema wan hêj wek îro ye.

Oztekîn Dakakê ku bavê Şehîd Huseyîn Dakakî ye destnîşan kir, ew êrîşên ku di 6-8ê Cotmehê de hati kirin di eslê xwe de li Îslamê hatine kirin û di wê demê de PKKyîyan mizgeft û Qur’anan şewitandin û însanên bi rih qetil kirin.

Dakak di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî Huseyîn û hevalên wî di rêyeke bi şeref de canê xwe feda kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min û hevalên wî rêwîyên  rêyeke bi şeref bûn,  ew ê Xweda mukafata wan kesên ku di wê rêya bi şeref de dimeşin bide. Mehkemeya evdan dê çi bebe? Em li benda edaleta Îlahî ne. Bi izna Xwedê em qezenc bikin. Xweda nesîb bike em ê axretê biçin ba wan şehîdên xwe. Li dinyayê bi edalet nehat hikûmkirin.Ji ser vê meselê 50 sal derbas bibe jî ew ê ev hesret bi dawî nebe. Xweda şeahdeta wan qebûl bike.”

“Tirkîye bi wesîleya van şehîdan bi xwe ve hat”

Melahat Yavaşa ku xanima Şehîd Turan Yavaş e destnîşan kir, ew bi şehadeta zilamê xwe û hevalên wî îftîxar dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê dev ji doza xwe bernedin. Doza me ji bo Xwedê ye. Em ji Mislimanan re dia dikin. Xweda wan muhafeze bike. Em edaletê dixwazin. Kî vê zilmê kiribe em dixwazin ku bê cezakirin. Tirkîye bi wesîleya van şehîdan bi xwe ve hat. Xweda me ji xêr û bereketa wan şehîdan mehrûm neke.”

 “Ger ji polêsan re fermana mudaxelekirinê hatiba dayîn dibe ku ev hewadis pêk nehatibana”

Zerîfe Dakaka ku dîya Huseyîn Dakakî ye derbarê mijarê de destnîşan kir ji ser bûyerê 50 sal jî derbas bibe ew ê êş û elema Huseyînê wê ji dilê wê derneyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesê ku banga qetilkirinê kir Selahaddîn Demîrtaş e. Selahaddîn Demîrtaş temamê dizan, çeteyan vexwand kolanan û zarokên me da qetilkirin. Ew kesên tetîkkêş di hundir de ne; lê belê walîyê sala 2014an û îdarevanên wê salê hêj li derve ne. Ger ji polêsan re fermana mudaxelekirinê hatiba dayîn dibe ku ev hewadis pêk nehatibana. Divê derheqê wan kesên ku mesûlên vê hewadisê ne de lêpirsîn bê destpêkirin û bên mehkemekirin.”

 “Ew ewladên me yên ku me ew bi sed zehmetî mezin kir bûn êmê wehş û hovan”

Dayika Zerîfe di berdewama axavtina xwe de diyar kir  di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de Diyarbekir ji PKKyîyan û wehşan re hatibû teslîmkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wê rojê rayedaran bes bûyeran temaşa kirin. Ew ewladên me yên ku me ew bi sed zehmetî mezin kir bûn êmê wehş û hovan.  Me dixwast ku Selahaddîn Demîrtaş daxilî doza ku derheqê bûyerên 6-8ê Cotmehê de hatiye vekirin bê kirin. Lê belê ev yek çênebû. Divê ew kesên ku sûcdar in bên tespîtkirin û bên cezakirin.”

Dayika Zerîfe di dawîya axavtina xwe de diyar kir, lawê wê Huseyîn hîs dikir ku ew ê şehîd bibe.

“Em wan kesên ku lawên me qetil kirine hewaleyî Xwedê dikin”

Qiymet Guneşa ku dîya Şehîd Rîyadî ye destnîşan kir, lawê wê qet ji bîra wê dernayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wan kesên ku lawên me qetil kirine hewaleyî Xwedê dikin. Edalet tu carî nehat tesîskirin. Exlaqê lawê min pir xweş bû. Ger ne exlaqxweş bana Xweda şehadetê jê re nedikir nesîb. Bi zarokan re zarok û bi xortan re xort bû. Her tim nanê xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Her tim ji feqîran re dibû alîkar.”

“Ji ser şehadeta bavê wê 5 sal derbas bûn”

Fatma Yavaşa ku qîza Turan Yavaşî ye jî derbarê bavê xwe yê ku şehîd bû de destnîşan kir; ji ser şehadeta bavê wê 5 sal derbas bûn û dû re wi ha li axavtina xwe zêde kir: “Ez xemgîn im. Ger bavê min li vê derê bana ez ê şad û bextewar bûba. Niha ew li wê dera ku lê ye kêfxweş e. Lewra ew di cinnetê de ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.