Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Îranê bang li temamê welatan kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Îranê bang li temamê welatan kir

Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li temamê welatan ku û ji wan xwest ku di warê micadaleya li dijî Coronavîrusê de bi Îranê re hevkarîyê bikin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew destekeke kamil didin wê danezana Komîsera Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî ku wê gotibû ku divê ew ambargoya li ser wan welatên ku bi Coronavîrusê micadele tê sepandin pêwîst e bê rakirin.

Stephane Dujarric di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di vî warî de bi hinek welatan re hevdîtinê dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.