Şerê li Sûdana Başûr bi dawî bû
Şerê navxweyî ya ku li Sûdana Başûr berdewam dikir bi îmzeya ku di navbera muxalif û hikûmetê de hat avêtin bi dawî bû.
Şerê navxweyî ya ku ji sala 2013an vir ve li Sûdana Başûr berdewam dikir û bûbû sedema mirina bi deh hezaran însanan bi hevpeymana ku hat kirin bi dawî bû.
Li Addîs Ababaya paytexta Etîyopyayê di navbera muxalif û hikûmetê de civîna IGADê hat tertîpkirin û di civînê de îmzeyên aştîyê hatin avêtin.
Îmzeyên aştîyê ji teref Serokê Dewleta Sûdana Başûr Salva Kîîr û Rîek Macharê lîderê muxalif ê ku serokê berê yê Kîîr bû ve hatin avêtin.
Kîîr di sala 2013an de Machar bi “teşebûsa darbê” sûcdar kiribû di navber aher alîyan şerê çekdarî dest pê kiribû.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.