Serîlêdanên KPSSê yên bo Perwerdehîya Navîn dest pê kirin

Serîlêdanên KPSSê yên bo Perwerdehîya Navîn dest pê kirin

Ji teref OSYMê ve hat ragihandin serîlêdanên KPSSê yên bo Perwerdehîya Navîn dest pê kirine û dê heta 19ê Tîrmehê berdewam bikin.

Navenda Bicîkirin, Pîvan û Hilbijartinê destnîşan kir serîlêdanên KPSSê yên bo Perwerdehîya Navîn dest pê kirine û dê heta 19ê Tîrmehê berdewam bikin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê îmtîhana DHBTyê de jî hat destnîşankirin ew ê bo vê îmtîhanê jî serîlêdan di navbera 9-17ê Cotmehê de karibin bên kirin. Heqê îmtîhanê bo her rûniştinekê wek 60 TL hat diyarkirin. Kesên ku serîlêdana xwe bikin dê 90 TL bidin.

Kesên namzed dê karibin ji ser malpera OSYMê serîlêdanên xwe bo îmtîhanê bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.