Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê qebrên şehîdên 6-8ê Cotmehê ziyaret kir

Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê qebrên şehîdên 6-8ê Cotmehê ziyaret kir

Osman Aktaşê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê, Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref HDP/PKKyîyên van di 6-8ê Cotmehê de hatin qetilkirin ziyaret kir.

Hat ragihandin Osman Aktaşê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê û rayedarên partîyê , Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref HDP/PKKyîyên van di 6-8ê Cotmehê de bi şikleke hovane hatin qetilkirin ziyaret kirin.

Aktaş di axavtina xwe  ya ku li ser qebrê şehîdan kir de destnîşan kir ew şehîdan di salvegera şehadeta wan de bi rehmet yad dike û ew ê wê qetlîama ku hatiye kirin jibîr nekin û nedin jibîrkirin.

“Yasîn û hevalên wî dema ku goştê qurbanan ji kesên jar û feqîr re belav dikirin bi şikleke hovane hatin qetilkirin”

Aktaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, her dema ku ew qetlîam tê bîra wî ew mehzûn dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şehadeta wan birayên me yên ku di oxira doza Îslamê de ji teref zaliman ve bi şikleke hovane hatine qetilkirin mibarek be.  Malûmê we ye ku îro salvegera şehadeta şehîdan e. Dîsa huzna me zêde bû û qetlkirina hovane ya birayên me dîsa hat li ber çavê me. Yasîn Boru û hevalên wî di sala 2014an de ji teref wan kesên ku dijminê Xwedê û dînê Wî ne ve, zalim in û xizmetkarên emperyalîzma Xerbê ne ve hatin şehîdkirin. Yasîn û hevalên wî dema ku goştê qurbanan ji kesên jar û feqîr re belav dikirin bi şikleke hovane hatin qetilkirin.”

“Em ê van birayên xwe  qetîyen ji bîr nekin û nedin jibîrkirin”

Aktaş di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew niha doza şehîdan didin meşandin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heta ku em sax bin, em ê van birayên xwe yên ku di 6-8ê Cotmehê de bi şikleke hovane û wehşîyane hatine qetilkirin ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.  Lewra keda wan û xwîna wan a ku di oxira Îslamê de hatiye rijandin ji bo me mîras e. Em ê bibin emanetdar û nobedarê vê mîrasa wan. Rebbê min, şehadeta wan qebûl bike. Bi izna Xwedê em ê di rêya wan de bimeşin û wê sancaxê  ji destê xwe dernexin. Birayên me yên şehîd, weke Ashabê Uhdud bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin û ew li ser Mislimantîyê canê xwe ji Xweda re teslîm kirin.  Wê barê giran a dozê li ser milê me kirin. Tiştê ku dikeve para me ev e: divê em li doza wan û mîrasa wan xwedî derkevin. Rebbê min  ew ê heyfa şehîdan li ba wan nehêle û zaliman dê qehr û perîşan bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.