Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Barzanî re hevdîtin kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Barzanî re hevdîtin kir

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji bo ziyaretinan çû Kurdistana Başûr bi bi Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê û  Serokê berê yê Birêveberîya Herêmî yê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Îshak Saglam û lijneya pê re ji teref Barzanî ve hatin pêşîwazîkirin û hevdîtineke berfireh hat kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de rewşa dawî ya siyaseta Tirkîyê, geşedanên herêmî hatin nirxandin û derbarê problemên ku xelkê Kurd pê re rû bi rû maye gotûbêj hat kirin.

Barzanî ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û ji Îshak Saglam û lijneya pê re teşekur kir û ji HUDA PARê serkeftin xwest.

Saglam bi xwe jî ji Barzanî re di xebatên wan de serkeftin daxwaz kir û jê re teşekur kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.