Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Mesrur Barzanî re hevdîtin kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Mesrur Barzanî re hevdîtin kir

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê, bi Serokwezîrê Kurdistana Iraqê Mesrur Barzanî re hevdîtin kir.

Hat ragihandin Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji bo ziyaretinan çûbû Hewlêra paytexta Kurdistana  Iraqê, bi Serokwezîrê Kurdistana Iraqê Mesrur Barzanî re hevdîtin kir.

Serokê Giştî Îshak Saglam ji teref Serokwezîrê Kurdistana Iraqê Mesrur Barzanî ve hat pêşîwazîkirin. Di navbera her du terefan de ji çapemenîyê re girtî hevdîtinek hat kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên dawî yên li herêm û Tirkîyê û meseleya Kurd û zehmetîyên ku li herêmê tên kişandin hatin gotûbêjkirin.

Barzanî ji ber ziyareta ku hat kirin ji bo Saglam û heyata pê re kêfxweşîyên xwe anî zimên û di xebatên HUDA PARê de ji bo wan serkeftin xwest.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî ji bo Barzanî serkeftin xwest û jê re teşekkur kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.