Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Bi verastkirina nû rêya mîmkirina însanan hat vekirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Bi verastkirina nû rêya mîmkirina însanan hat vekirin”

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji verastkirina ku di qanûna komeleyan de hat kirin re bertek nîşan da û destnîşan kir “Rêya mîmkirina însanên ku li dora sazîyên civakên sîwîl kom dibin hat vekirin.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di nirxandina xwe ya rojevê ya heftîyane de derheqê guherînên ku di warê qanûna komeleyan,  plana îlhakê ya rejîma îşxalê û derbarê dorpêça li ser Xazzê de nirxandinan kir.

Guherînên ku di warên Qanûnên Komeleyan de hatin kirin

Saglam di nirxandina xwe ya rojevê de derheqê guherîna ku di qanûnên komeleyan de hatin kirin de wisa got: “ Sazîyên mîna sendîqa, weqf, komele û partîyên sîyasî li gorî hiqûqa gerdûnî dikarin bi şikleke azad rêxistî bibin, dîsa ev sazîyên ku navên wan hatin jimartin xwedî maf in ku mesûlîyetê di bîra otorîteya sîyasî bixin û ji fikra civakî re dikarin berdevktîyê bikin ku ew bi xwe li ser felsefeya kontrolkirina sîwîl a otorîteyê hatine sazkirin û sazîyên civakî yên sîwîl in. Ji ber vê yekê ev sazî ne tabiê destûrê tabiê teblîxê ne. Civaka sîwîl zorê li îdarê dike da ku ew şeffaf be û bicîanîna wezîfe û mesûlîyetên wê di bîra wê dixe. Di wan rojên borî de di teklîfa ku pê dihat xwestin di maddeya 23yemîn a di Qanûna Komeleyan a bi hejmara 5232yan de bê kirin hema bi lez û bez ji meclîsê hat derbaskirin û hatin kirin qanûn. Bi vî awayî rêya mîmkirina însanên ku li  dora sazîyên civakî yên sîwîl kom dibin hat vekirin. Ew azadîya rêxistîbûnê ya ku ji teref makeqanûnê ve hatibû dayîn hat sînordarkirin û taqîbata endam, lijne, birêveberî û temamê fealîyetên komeleyan hat yasayîkirin.”

 “Divê îdare pêşîya civaka sîwîl vebike da ku ew karibe bi şikleke bi hêztir bixebite”

Saglam di berdewama nirxandina xwe de diyar kir guherîna ku hatiye kirin li dijî mafên bingeh ên mîna veşartîmayîna jiyana taybet e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew sepana ku qala wê tê kirin dê li ser civaka sîwîl psîkolojîya tirsê hakim bike û dê hêza gelê sîwîl a li hember otorîteya dewletê kêm bike. Ev zexta îdarê ya li ser civaka sîwîl him li dijî hiqûqa gerdûnî him li dijî azadîya rêxistîbûnê ya makeqanû û him jî li dijî  mafên bingeh ên mîna veşartîmayîna jiyana taybet e. Divê îdare civaka sîwîl wek dewlemendîyekê bibîne û ji dêla ku xebatên wî sînordar bike divê îmkan û derfetên zêde bike û rêya li ber wan vebike da ku ew bi hêztir û azadtir bixebitin.”

Plana îlhakê ya rejîma îşxalê û dorpêça li ser Xazzê

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê welatên Îslamê werin li ba hev û li dijî planên îlhakê yên rejîma îşxalê pêkve hereket bikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rejîma siyonîst a ku ji bêdengîya welatên Îslamê ya li hember plana îxanetê cesaretê distîne gavên xwe bi leztir davejê da ku îşxala bê berfirehtirkirin.  Du pêşnûmayên qaşo yên qanûnên  ji meclîsa îşxalê  re hat pêşîwazîkirin ku di van pêşnûmayan de tiştên mîna; îlhakkirina Deşta Urdunê, herêma li rojavayabakura El-Xelîl û bakûrê Behra Mirî û her wisa îdamkirina Filistînîyên ku gefa kuştinê li îşxalkeran dixwin hebû. Li wê deştê 55 hezar Filistînî hene ku ew ji sedî 5 herêmê de asê mane û 12 û 700 hezar îşxalkerên siyonîst jî ji sedî 95ê deştê îşxal kirine û ava ku aîdî Filistînîyan e ji sedî 94 didizin. Her wisa li herêmê avahîyên ku li dijî hiqûqa navneteweyî ne tên avakirin ku ev yek di bergeha plana îşxalê de tên kirin. Welatên Îslamê yên ku divîyabû bi lez û bez li dijî vê plana îxanetê gav bavêjin hêj bi hev dilebikin. Ew welatên Îslamê ji bo problemên di nav xwe de çareser bikin divê demildest dest bi pêwendîyê bikin û hêzên xwe li dijî dijminê hevpar bikin ye. Divê li dijî rejîma îşxalê mueyyîdeyên îqtîsadî û siyasî bên destpêkirin û divê dawî li wan gavên ku ji bo asayîbûnê hatibûn avêtin bê anîn. Ew kesên ku mesrefên plana îşxalê ya siyonîstdan tedarik dikin divê dev ji vê îxaneta xwe berdin û îqtîsada xwe ji bo refaha gelê Filistînî xerc bikin.”

 “Divê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê alîkarîya îqtîsadî û malzemeyên tibbî li Xazzê bike”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de banga rakirina dorpêça li ser Xazzeya ku bi tehdîda Coronavîrusê re rû bi rû maye kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Coronavîrusa ku bi şikleke ciddî tesîr li wan welatên ku di warê tenduristîyê de gelek zêde pêşve çûne kir ku niha Xazzeya ku ev 14 sal in li serê ambargo heye xistiye bin tesîra xwe ku li Xazzê problema xurekê, qutbûna ceyranê û kêmbûna amûrên tibbî gelek zêde heye. Li herêmê bes 40 lênerînên awarte hene ku ev yek nîşan dide birayên me yên li wê derê bi rîskeke ciddî re rûbirû ne. Berî ku dereng çêbibe  dibê ji bo Xazzê tiştin bên kirin.Divê ew dorpêça li serê demildest bê rakirin. Divê bi alîkarîya Teşkîlata Hevkarîya Îslamî û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê li herêmê tesîsên tibbî bên înşakirin û desteka malzemeya tibbî û îqtîsadî bê dayîn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.