Serokê Giştî yê HUDA PARê debarê Suleyman Arîf Emreyê ku wefat kir de peyam weşand

Serokê Giştî yê HUDA PARê debarê Suleyman Arîf Emreyê ku wefat kir de peyam weşand

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê Suleyman Arîf Emreyê ku wefat kir de peyama tazîyê weşand.

Suleyman Arîf Emreyê 96 salî yê ku digel Erbakan Xoce bingeha Hareketa Mîllî Goruşê avêt û bernameya Partîya Nîzama Mîllî avêt çû rehma Xwedê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Emre ji ber nexweşîya qelb rehmet kir. Ji ber wefata Suleyman Arîf Emre ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyameke tazîyê hat weşandin.

Saglam di peyama xwe ya tazîyê de ji merhûm re rehmet teleb kir.

Di berdewama peyama ku hat weşandin de Saglam wisa got:

 “Xebera wefata Suleyman Arîf Emreyê xwedî dawa gihaşt min. Ez ji Xweda ji bo wî rehmet û ji bo malbata wî jî sebrê teleb dikim.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.