Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê Qetlîama Helepçê de daxuyanî da

Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê Qetlîama Helepçê de daxuyanî da

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber minasebeta salvegera Qetlîama Helepçê peyamek weşand.

Berî vê 31 salan, dîktatorê Iraqê Sedam Husên, gazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bi ser bajarê Helebçe û bajarokên derdora wê de barand û bi carekê de zêdetirî 5 hezar Kurd hatin şehîdkirin û dora 10 hezar Kurd jî birîndar bûn.

Ji ber minasebeta salvegera 31emîn a Qetlîama Helepçê  ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve peyamek hat weşandin.

Îshak Saglam di peyama ku ji ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de diyar kir “ Em di salvegera  qetlîama Helepçeya ku li ser erdnigarîya me pêk hat û rojeke bi êş û elem e de temamê mezlûman yad dikin ku ez bi vê wesîlê hêvî dikim ku divê em li aqûbeta zaliman mêze bikin û jê ders bigirin. Bi zilmê tu kes nagihije tu derî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.