Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Parastina Kurdî pêdivîya edalet û heqqanîyetê ye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Parastina Kurdî pêdivîya edalet û heqqanîyetê ye”

Îshak Saglamê ku derheqê parastina zimanê Kurdî de axivî destnîşan kir,ew şert û mercên ku ji bo parastin û pêşvebirina Tirkî hene, divê ji bo zimanê Kurdî ya ku bi milyonan welatî pê diaxivin jî hebin.

Saglam ji ber Roja Zimanê Zikmakî ya ku di sala 1999an de ji teref UNESCOyê ve hat îlankirin nirxandinan kir û destnîşan kir, ew îcraatên ku ji teref îqtîdara mewcûd ve tên kirin da ku qedexe û astengkirinên li ber zimanê Kurdî bê rakirin erênî ne, lê belê ne kafî ne.

Roja Zimanê Zikmakî û dahatûya Zimanê Kurdî

Saglam di nirxandina xwe ya ku ji ber Roja Zimana Zikmakî ya Cîhanî kir de di bîran xist ku UNESCO di  sala 1991an de 21ê Sibatê ji bo çand bên parastin  wek Roja Zimanê Zikmakî îlan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi vê îlankirinê parastina zimanên ku parçeyeke mîrasa nirx û hebûnên çandî ya cîhanê ne, li ser wan dewletên ku endamê UNESCOyê ne bûye wezîfe ku bên parastin. Bi vê wesîlê em dixwazin bibêjin ku temamê zimanên cîhanê ji bo me bi qedr û qiymet in.  Rebbê me dibêje ku cûrbecûrîya ziman û rengên me ji delîlên hebûna Wî ne.  Ji ber vê fermanê em dixwazin cardin bibêjin ku pêwîst e zimanên li ser rûyê erdê hebûn û azadîya xwe bidomînin.”

 “Parastina Kurdî û ji neslên were re ragihandina wê ji bo Tirkîyeyê ku endamê UNESCOyê ye wecîbeyek e”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê zimanê Kurdî bê parastin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Parastina Kurdî ya ku li welatê me bi milyonan welatî pê diaxivin û piştî Tirkî zimanê duyemîn a ku herî zêde tê xeberdan e û ji neslên were re ragihandina wê ji bo Tirkîyeyê ku endamê UNESCOyê ye wecîbeyek e. Ew îcraatên ku ji teref îqtîdara mewcûd ve tên kirin da ku qedexe û astengkirinên li ber zimanê Kurdî bên rakirin erênî ne, lê belê ne kafî ne. Ew şert û mercên ku ji bo parastin û pêşvebirina Tirkî hene, divê ji bo zimanê Kurdî ya ku bi milyonan welatî pê diaxivin jî hebin. Parastina Kurdî pêdivîya edalet û heqqanîyetê ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.