Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Tu hikmê peymanên ku bi rejîma îşxalê re hatine kirin tune ye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Tu hikmê peymanên ku bi rejîma îşxalê re hatine kirin tune ye”

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bergeha xebatên teşkîlatê ya partîya xwe de çû Bidlîsê.

Saglam di ziyareta ku kir de derheqê rojeva derve de daxuyanîyek da û balan kişand li ser peymana îxanetê ya ku bi rejîma îşxalê re hatiye îmzekirin û nirxandinên balkêş kir.

Saglam di daxuyanîya ku da de destnîşan kir: “Tu hikm, qedr û qiymeta wê metna ku Îmaret û Bahreyn li Amerîkayê hatiye îmzekirin tune ye.Ev belge, belgeya zilletê ye. Bi gotineke din em dikarin bêjin ev peymana ku hatiye îmzekirin peymana koletîyê ye.”

“Exlebeyê wan birêveberîyên ku erdnigarîya Îslamê îdare dikin ji gelê xwe qut bûne”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Gelê Bahreyn û Îmaretê dîndar e” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelê Bahreyn û Îmaretê dîndar e û xwedî li muqaddesata xwe derdikeve û her wisa ew ê vê xasba ku ji teref siyonîstan ve hatiye kirin qebûl nekin;lewra ew xwedî îman in. Çawa ku îman û xîreta gelên Tirkîyê  vê îşxalê qebûl nake, bi heman awayî ferdên parçeyên din ên ummeta Îslamê jî dê vê îşxalê qebûl nekin.Dibe ku ji bo saltanatên xwe bidomînin û ji bo li ser wan meqaman bimînin ev tiştên wisa bibin. Lê belê em bawer dikin ku îşxal ne ebedî ye.Ew ê Misliman rojekê dev ji îxtîlafên di nav xwe de berdin û bibin yek û ew ê dawî li vê îşxalê bînin û Qudsê rizgar bikin. Di mazîyê ev bûye. Biya me ew ji nava vê ummetê hêj bi dehan bi sedan Selahaddîn derkevin. Divê em vê ezm û qerardarîya xwe bidomînin.Muheqqeq divê em rûyê rastî ya wan xaînên ku welatên Îslamê îdare dikin îfşa bikin. Divê em qetîyen ji vê yekê re îtîbar nekin. Em ê wek ummet sist nebin, bêhêvî nebin û yekîtîya saz bikin û bi izna Xwedê van peyman û îmzeyan bavêjin çopê.”

“Li Behra Spî dixwazin Tirkîyê bikşînin nava şer”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê geşedanên ku li Behra Spî rû didin de nirxandinan kir û got: “Xebatên ku Tirkîye li Behra Spî digel Lîbya, Kibrisa Bakur dike li gorî hiqûqa navneteweyî ye.Divê Tirkîye heta dawîyê xwedî li maf û heqê xwe derkeve.Li Behra Spî ji ser Yunanistanê dixwazin Tirkîyê bixin nava şer.Çi dibe bila bibe divê problem bi lihevkirinê bê çareserkirin ku ew ê ev yek li feydeya Tirkîyê be.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.