Serokê Giştî yê HUDA PARê Yavuz dengê xwe da
Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARêbo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê dengê xwe li Stenbolê da.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li Stenbolê bo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê dengê xwe da û diyar kir bila encamên hilbijartinan bibin wesîleya xêran.
Yavuzê ku dengê xwe derdora seat 11.00an de li Mekteba Destpêkê ya Fevzî Kutlu Kalkanci ya li Taxa Îsmetpaşaya Sultangazîya Stenbolê da derbarê hilbijartinan de nirxandinan kir û diyar kir “ Min dengê xwe li ser sindoqa bi reqema 2205an bo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê dengê xwe da. Xweda bike wesîleya xêran. Em hêvî dikin ku encamên hilbijartinan bo welat, memleket û alema Îslamê xêr û bereketê bîne. Em cardin di bîran dixin ku divê netîceyên hilbijartinan ji teref temamê partîyan û ji teref milletê me ve bi kemilîbûna siyasî bên qebûlkirin.”
Yavuz piştî nirxandina digel heyeta pê re ji mektebê veqetîya.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.