Serokê Herêma Kurdistanê: Bibîranîna vê felaketê rêzgirtina li gelê me ye

Serokê Herêma Kurdistanê: Bibîranîna vê felaketê rêzgirtina li gelê me ye

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanêji ber 32emîn salvegera Qetlîama Helepçê w peyamek weşand.

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê  di peyama xwe ya ku ji ber 32emîn salvegera Qetlîama Helepçê weşand de destnîşan kir, bibîranîna vê felaketê rêzgirtina li gelê me ye, ji bo sûc û qirkirinên  li hember gelê Kurdistanê bên girtin ew ê her tim şehîdên Helepçeyê di bîran bixin.

Barzanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Berî vê 32 salan ji teref rejîma Iraqê ya berî vê rejîmê ve li Helepçê êrîşa kîmyewî  hat kirin û di vê êrîşê de nêzî 5 hezar welatî şehîd bûn û bi hezaran jî koç kirin. Hêj  tesîra vê êrîşa kimyewî li herêmê tê dîtin.”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hikûmeta Iraqê heta niha ji bo ji xelkê Helepçê û ji bo wan herêmên din ên Kurdistanê gav neavêtiye da ku ji wan re tazmînata maddî û manewî bê dayîn û dû re wuha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em teleb dikin ku hikûmeta Iraqê ji ber pêdivîya exlaqî û yasayî  wezîfeya xwe bi cî bîne. Her wisa divê ji bo ew çekên kimyewî bên qedexekriin xebatên ciddî bên kirin. Îro dinya çawa li hember corona vîrûsê bûbe yek da ku ji holê bê rakirin; bi heman awayî ev hewldan ji bo rakirina çekên kimyewî jî bê dayîn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.