Serokê Karên Diyanetê Erbaş: Divê hejmara hafizên li welêt zêdetir bibin

Serokê Karên Diyanetê Erbaş: Divê hejmara hafizên li welêt zêdetir bibin

Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê destnîşan kir “Li welatê me hejmara hafiz Qur’anên me yên bi îcazet gihaştine 150 hezaran.”

Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve li Stenbolê berî niha “Pêşbirka Xweşikxwendina Qur’ana Kerîm û Hafiztîya 6emîn a Tirkîyê” hatibû tertîpkirin. Encamên vê pêşbirka ku hatibû tertîpkirin hatin eşkerekirin û li Mizgefta Fatîhê merasîma xelatdayînê hat tertîpkirin.

Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê beşdarî merasîma xelatdayînê bû û di bernamê de axavtinek kir. Erbaş di axavtina xwe ya ku derbarê mijarê kir de wiha got: “Li welatê me hejmara hafizQur’anên me yên bi îcazet gihaştine 150 hezaran. Armanca me zêdekirina vê hejmarê ye. Li welatekî ku nifûsa wê  81 milyon e divê hejmara van hafizê zêdetir bibin.”(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.