Serokê RagihandinêAltun: Em dijberê wek hev hesibandina Kurdên Sûrîyê û PKK/PYDê ne
Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê yê Serokomartîyê destnîşan kir ew dijberê wek hev hesibandina Kurdên Sûrîyê û PKK/PYDê ne.
Altun derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Altun di daxuyanîya ku belav kir derbarê mijarê de destnîşan kir: “Em dijberê wek hev hesibandina Kurdên Sûrîyê û PKK/PYDya rêxistina terorê ne. Terorîstên ku rojhilata bakûrê Sûrîyê îşxal kirine îdeolojîyên xwe yên Marksîst-Lenîst li ser xelkê ferz kirin û wan kesên ku weke wan hereket nekirin an sirgûn kir an jî kuşt.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.