Serokomar Erdogan dengê xwe da

Serokomar Erdogan dengê xwe da

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo dengdayînê çû li ser sindoqê.

Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo dengdayînê çû li ser sindoqê û li Dibistana Navîn a Saffet Çelebîya li Uskudara Stenbolê dengê xwe da.

Erdogan di têketina mektebê de ji teref Walî, Serokê Şaredarîya Bajara Mezin ê Stenbolê û parlementeran ve hat pêşîwazîkirin.

Erdogan dengê xwe li ser sindoqa bi nimreya 3300  da.

Erdogan piştî dengdayînê destnîşan kir ew ê demekê hilbijartinan ji Stenbolê taqîb bike û dû re dê biçe Enqerê.

Erdogan di berdewama daxuyanîya xwe de  derbarê pevçûna ku li Puturgeya Malatyayê pêk hat û 2 kes tê de can dan de nirxandinan  kir û destnîşan kir “ Bûyera li Puturgeyê em xemgîn kirin. Divîyabû tiştekî wisa nebûba. Biya min divê ev yek wek meseleyeke di navbera partîyan de neyê xwendin. Di rewşên wisa de nexasim divê em haya xwe ji gotinên xwe bikin; lewra ev yek muhîm e.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.