Serokomar Erdogan: Emerîka dostên xwe winda dike
Serokomar Erdogan, derbarê alîkarîya ku Emerîka dide PKK/YPGê de îfade kir ku, “Eemrîka dostên xwe yên rast winda dike.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, derbarê alîkarîya ku Emerîka dide PKK/YPGê de îfade kir ku, “Em perê xwe didin jî em nikarin bigrin. Lê belê bi TIRan alîkarîya sîlehan didin rêxistina terorê. Eemrîka dostên xwe yên rast winda dike.”
Serokomar Erdogan, piştî biryara Serokê Emrîka Doland Trûmp ya xwe kişandina ji lihevkirinên bi Îranê re dihat kirin daxuyanî da û wiha got: “Emerîkayê winda bike, lewra li tu peymanê ku dide sadiq namîne. Li hevkirinên navdewletî dema bê hesabê we hûnê xerabikin û dema bê hesa bê jî hûnê dewam bike ev ne tiştekî wisaye.”
Erdogan, di gel tepkîyên temamê dinyayê biryara Emerîka ya ku sefareta xwe wê ji Tel Avîvê neqlî Qudsê dike jî nirxand û bertek nîşanî vê biryarê da û got: “Biryara sefereta Eemrîka ya neqilkirina Qudsê biryareke xelete. Hûn dibêjin qey we hin tişt ji binî ve çareser kiriyê, lê belê ev îşana wisa naçe. Ma qey hûn dixwazin bi vê yekê ji îsraîl re peyamên erênî bidin an hûn dixwazin rêveberîya îsraîl tetmîn bikin?”
Serokomar Erdogan, derbarê girtina teyareyên herbê yên ji Emerîka yên F-35 de jî ji CNN Internatîonalê re beyanat da û îhtîmala ambargo û nedana F-35an de beyanat da û îfade kir ku heger tiştekî wisa çêbibe ev bi ruhê hevalbendî û mittefîkîyê re nabe yek. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.