Serokomar Erdogan: Emerîkayê winda bike

Serokomar Erdogan: Emerîkayê winda bike

Serokomar Erdogan derbarê xwekişana Eemrîka ya ji lihevkirinên nukleer de îfade kir ku “Emerîkayê winda bike.”

Serokomar Redep Tayyîp Erdogan, derbarê xwe kişana Eemrîka ya di warê lihevkirinên nukleer de beyanatek da CNN Internatîonalê û îfade kir ku, “Di vî warî de Emerîka dê winda bike lewra Emrîka li peymanên daye sadiq namîne.”

Serokomar Erdogan, îfade kir ku van hevdîtina hêvîyên lihevkirinê zêde kiribû, lewra di navbera her dû dewletan de bi salaye rewşeke derasayî hebû û wiha got: “Van hêvîyan tev di cî de belovajî bibe ne tenê deverê dê aborîya dinya û ya Tirkîye yê jî têxe bin bandora xwe.”

Erdogan di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku: “Dema bê hesabê we hûn peymanên navdewletî çêbikin û dema nê hesabê we jî hûn xira bikin tiştekî wisa ne mimkune. Heger di rewşeke wisa de Emerîka menfaetê bi dest bixwe jî gelek dewletên ji vê dirûmê nerehet bibin. Mafê tu kesî tineye ku bibe sedema qeyranên nû.”

ILKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.