Serokomar Erdogan: Me heyfa êrîşa ku li Minbicê hat kirin ji rejîmê stand

Serokomar Erdogan: Me heyfa êrîşa ku li Minbicê hat kirin ji rejîmê stand

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir, êrîşa ku tê de 2 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn ji teref rejîma Sûrîyê ve hat kirin.

Doh di encama êrîşa ku ji teref rejîma Sûrîyê ve hatibû kirin de 2 leşkerên Tirkîyê canê xwe ji dest dabûn û 7 leşker jî birîndar bûbûn.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek da. Erdogan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, êrîş ji teref rejîma Sûrîyê ve hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rejîm bi topan êrîş kir û me jî bersiva wan da. Me heyfa êrîşa ku li Minbicê hat kirin ji rejîmê stand.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.