Serokomar Erdogan piştgirî da Maduro
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir “Serokomarê me li Maduro gerîya û jê re got ku ‘Birayê min Maduro! Li ser pîyên xwe bisekine, em li ba te ne.”
Kalin di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê li Serokê Dewleta Venezuelayê gerîyaye û jê re piştgirîya Tirkîyê destnîşan kir.
Kalin di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê hevdîtina ku hat kirin de wiha got: “Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê li Serokê Dewleta Venezuelayê gerîyaye û jê re piştgirîya Tirkîyê destnîşan kiri û jê re got ku birayê min Maduro! Li ser pîyên xwe bisekine, em li ba te ne.”
Nîcolas Maduroyê Serokê Dewleta Venezuelayê jî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan lê gerîyaye û destekên xwe jê re gotiye.
Ji bilî Tirkîyê dewletên bi navê Bolîvya, Kuba, Rûsya û Meksîka jî ji Venezuelayê re destekên xwe anîn zimên.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.