Serokwezîr: Operasyona li Sûrîyeyê tê kirin gaveke erênîye

Serokwezîr: Operasyona li Sûrîyeyê tê kirin gaveke erênîye

Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku, ew êrîşên Emerîka, Frensa û Îngîltere yên ku li Sûrîyeyê tên kirin wek gavên erênî dibîne.

Serokwezîr Bînalî Yildirim, destnîşan kir ku, ew êrîşên Emerîka, Frensa û Îngîltere yên li Sûrîyeyê wek gavên erênî dibîne û wiha got: “Ji bo aştîyê hewceyî bi zêdetirî vana heye”.

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Stenbolê beşdarî kongreya asayî a partîya xwe ya Esenlera bû û derbarê mijara Sûryeyê de daxuyanîyên girîng kir û wiha got: “Rojên borî rejîma nemerd bi çekên kîmyewî êrîş li zarok û însanên bêgune rast kir. Di cî de dewletên ku xwe wek ûcdanê dinyayê dan nîşandan dengê xwe bilind kirin. Ka bê jin ev 7 sale li Sûrîyeyê însan tên qetilkirin, wehşet tê kirin, me qey dema çekên kîmyewî bên bikaranîn însanîyeta we tê bîra we. Heta roja îro hun li ku bûn?”

Yildirim destnîşan kir ku, ew êrîşên kûalîsyona bi pêşîvanîya Emerîka ên li Sûrîyeyê tên kirin wek gavên erênî dibîne û wiha got: “Em operasyona hatîye kirin wek gavek erênî dibîne, lê belê ji bo aştîyê hewceyî bi zêdetirî vana heye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.