Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir

Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin kir.

Kazimî îro derdora nîvro de gihşat Hewlêrê û ji teref Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşîwazîkirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtinên ku bi Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hatin kirin de çareserîya problemên di navbera her du hikûmetan de û pêwendîyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Kazimî piştî ku hat li ser wezîfê cara ewil e ku tê Hewlêrê. Tê diyarkirin Kazimî dê biçe Dihok û Silêmanîyê jî.

ÎLKHA


Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir

Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.