Serwîsa karkeran qeza kir: 15 birîndar

Serwîsa karkeran qeza kir: 15 birîndar

Li Karamankazana navçeya Enqerê serwîsa ku karkeran vediguhast qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 15 karker birîndar bûn.

Hat ragihandin li Karamankazana navçeya Enqerê serwîsa ku karkeran vediguhast qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 14 karker û şofêr birîndar bûn.

Qeza derdora seat 14.30î de li Kolana Karatepeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa karkeran a bi plaqeya 06 BGN 097 a ku ajokarê wê H.Y. bû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li dîreka li kêleka rê qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 14 karker û şofêr birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler