Serwîsa karkeran qulibî: 17 birîndar
Li Entabê serwîsa ku karkerên Sûrîyeyî veduguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 17 karker birîndar bûn.
Hat ragihandin li Nizîpa Entabê serwîsa ku karkerên Sûrîyeyî veduguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 17 karker birîndar bûn.
Qeza li ser 8emîn kîlometreya Rêbeja Entab-Nizîbê li nêzî taxa Arilê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 27 JB 900 a ku navê ajokarê wê nediyar e ji kontrolê derket û qulibî. Di encama qezayê de ajokar jî di nav de tev de 17 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.