Serwîsa xwendekaran û mekîneya kar li hev qelibîn: 24 birîndar

Serwîsa xwendekaran û mekîneya kar li hev qelibîn: 24 birîndar

Li Trabzonê serwîsa xwendekaran û mekîneya kar li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 24 kesbirîndar bûn.

Hat ragihandin li Trabzonê serwîsa xwendekaran û mekîneya kar li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 24 kes  birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Arakli-Bayburtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 61 S 5662 a ku ajokarê wê Huseyîn A. bû û mekîneyeke kar a ku aîdî Şaredarîya Bajêra Mezin bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 24 kes  birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.