Şewirmendê Serokomarê Efxanistanê li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê mir

Şewirmendê Serokomarê Efxanistanê li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê mir

Yusuf Gazanferê Şewirmendê Taybet ê Serokomarê Efxanistanê ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Gazanferê ku li Efxanistanê bi Coronavîrusê ketibû ji bo tedawîyê hatibû anîn Tirkîyê.

Gazanferê ku eslê xwe Ozbek bû li Efxanistanê karsazekî navdar bû.

Li Efxanistanê heta niha ji ber Coronavîrusê 819 kes canê xwe ji dest dan û 31 hezar û 324 kes jî bi vîrusê ketin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.