Sîyonîst ji bo F-35 ji Tirkîyê re neyên dayîn bi Emerîka re hevdîtinan dike

Sîyonîst ji bo F-35 ji Tirkîyê re neyên dayîn bi Emerîka re hevdîtinan dike

Rojnama Haaretz ya ku li ser axên hatîye îşxalkirin weşanê dike nivîsan ku çeteyên terorîst ji bo F-35 ji Tirkîyê re neyên dayîn bi Emerîka re hevdîtinan dike.

Di demeke nedayîna Emerîka teyareyên herbê yên F-35 yên Tirkîyeyê cîyê xwe yê di rojevê de mihafeze dike de rojnama Haaretz ya ku li ser axên hatîye îşxalkirin derdikeve nivîsand ku çeteyên terorîst ji bo F-35 ji Tirkîyê re neyên dayîn bi Emerîka re hevdîtinan dike.

Piştî ku Meclîsa Temsîlvanan a Emerîka biryara dayîna F-35an ji bo Tikîyeyê betal kir çeteyên sîyonîst jî kete navbera Enqere û Washingtonê.

Hat îfadekirin ku rayedarên çeteyên sîynîst ji bo li Rojhilata navîn tenê ew xweyê teyareyên herbê yên F-35 be bi rêveberîya Eemrîka re hevdîtinan dikin.

Sîyonîstekî payebilind ji Haaretz rê axivî û îfade kir ku ew armanc dikin ku ew dixwazin bibin hêza tenê ya xweyê teyareyên F-35 yên herbê û ew ji bo rêveberya Emerîka van teyaran nedin Tirkîyê bi Emerîka re di nava temasê de ye.

Sîyonîstê desthilatdar îfade kir ku ew naxwazin teyareyên F-35 têkevin destê yên li hember wan û ewê ji bo van teyaran nekevin destê Tirkîye xebatên xwe dewam bikin.

Çeteyên sîyonîst cara yekem saleke berê di meha kanûnê de 9 F-35 teslîm girtibûn û bi tevahî 50 F-35ê din sîparîş kiribû.

Tê îdîakirin ku Emerîkayê firotina F-35an jî di navde dê destûrê nede firotina tu sîlehan. Di pêşnûmeya ji kongreyê de hat kirin de ji ber rahîbê Emrîkayî Andrew Brunson li Tirkîye girîye û kirîna S-400 ji Rûsyayê dide nîşandan. Piştî ku Tirkîye 116 teyare sîparîş kir ne mimkune Emrîka vê daxwaza hevalbendê xwe yê stratejîk başçav bike û tune bihesibîne.  

Tirkîye hewl dide ku 100 teyareyên herbê yên F-35 bikire û teslîmgirtina duheban di nava îsal de bigre. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.