Siyonîstan êrîş birin li ser mîtînga ku dihat xwestindi behrê de bê kirin

Siyonîstan êrîş birin li ser mîtînga ku dihat xwestindi behrê de bê kirin

Siyonîstên terorîst êrîş birin li ser mîtînga ku dihat xwestin ji teref Xezzeyîyan ve bi qeyîqan di behrê de bê kirin.

Filistînîyên ku ji Bendera Xazzê bi qeyîqan dan rê xwestin ku wê dorpêça ku ji teref siyonîstan ve li Xazzê tê kirin protesto bikin. Çeteyên siyonîst bi bombeyên rondikrêj êrîş birin li ser Filistînîyên ku di nava 50 tekneyan de bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên terorîst bo Filistînîyên ku li qeyîqan siwar bûbûn bi paşve vegerînin bi bombeyên rondikrêj û gulleyan êrîş birin li ser wan.

Tevde 50 qeyîqên ku tê de kesên birîndar û xwendekar hebûn beşdarî mîtînga behrê ya ku ji teref Heyeta Hareketa  Neteweyî ve hat tertîpkirin bûn. Heyet berîya mîtîngê daxuyanîyeke çapemenîyê da û diyar kir ew wan hewldanên siyonîstan a di behrê de sînordanînê red dikin û dû re wiha got: “Ew gefxwarinên hêzên îşxalê dê masîvanan netirsîne.”

Hat ragihandin piştî êrîşa ku hat kirin re siyonîstên terorîst li Deîr Belaha Xezzê 6 masîvanên Filistînî desteser kir. Yekîtîya  Komîteyên Masîvanan derbarê mijarê de diyar kir siyonîstên terorîst dane pey tekneya masîvanê Filistînî yê bi navê Muhammed Seîd Ebu Reyyale û 6 kesên di teknê de desteser kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.