Siyonîstan êrîşî xwepêşandarên Filistînî kirin: Şehîdek 30 birîndar

Siyonîstan êrîşî xwepêşandarên Filistînî kirin: Şehîdek 30 birîndar

Di encama êrîşên siyonîstên terorîst de Filistînîyek şehîd bû û 30 Filistînî jî birîndar bûn.

Filistînîyan di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de bi dirûşmeya “Em Pêkev Dijberê Peymana Qernê ne” xwepêşan li dar xistin. Siyonîstên terorîst û îşxalker êrîşî xwepêşandaran kirin. Di encama êrîşên siyonîstên terorîst de Filistînîyek şehîd bû û 30 Filistînî jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di encama êrîşên siyonîstên terorîst de Filistînîyekî bi navê Abdullah Cuma Abdulal şehîd bû û 30 Filistînî jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.