Siyonîstan qîza Fîlîstînî şehîd kirin
Çeteyên sîyonîst û terorîst qîzeke Fîlîstînî bi hinceta lidarxistina çalakîya bi kêr şehîd kir.
Hat ragihandin çeteyên sîyonîst û terorîst qîzeke Fîlîstînî bi hinceta lidarxistina çalakîya bi kêr şehîd kir.
Heyva Sor a Fîlîstînê derbarê mijarê de diyar kir çeteyên îşxalker û sîyonîst nehiştine ku mudaxeleya ewil li qîza Fîlîstînî ya ku bi çekan hat birîndarkirin bê kirin û dîsa nehiştine ku ew bê rakirin nexweşxanê.
Wezareta Tenduristîyê ya Fîlîstînê jî debarê mijarê de daxuyanîyek da û destnîxşan kir qîza Fîlîstînî di êrîşa siyonîstên terorîst de şehîd ketiye.
Hat hînbûn navê qîza Misliman a Fîlîstînî ya ku hat şehîdkirin Semah Zuheyr Mubarek e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.