Siyonîstên îşxalker êrîşî Filistînîyan kirin: 4 şehîd û zêdetirî 600î birîndar

Siyonîstên îşxalker êrîşî Filistînîyan kirin: 4 şehîd û zêdetirî 600î birîndar

Di xwepêşanên ku di bergeha Meşa Mezin a Qudsê de li ser xeta Xazzê bi dirûşmaya “Qudsa bi Miyonî” hatin tertîpkirin de 4 Misliman şehîd bûn û zêdetirî 600 Mislimanan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di xwepêşanên ku di bergeha Meşa Mezin a Qudsê de li ser xeta Xazzê bi dirûşmaya “Qudsa bi Miyonî” hatin tertîpkirin. Siyonîstên îşxalker û çeteya terorê êrîş birin li ser pêşandaran. Di encama êrîşa siyonîstên îşxalker de 4 Misliman şehîd bûn û zêdetirî 600 Mislimanan jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezarata Tenduristîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin kesên bi navê Yusuf el-Fasîh (29), Haysem Îmad el-Cemel (15), Zîyad Cadallah el-Berîm (25) û Îmad Nebîl Ebu Derrabî (26) di êrîşên siyonîstan de şehîd bûne.

Di daxuyanîyê de her wisa hat destnîşankirin di êrîşan zêdetirî 600 kesan jî birîndar bûn.(ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.