Siyonîstên terorîst 2 Filistînîyan şehîd kirin
Siyonîstên terorîst li Şerîaya Xerbê 2 Filistînîyan şehîd kirin.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst vê şeveqê li nêzî gundê Kefer Nîmeya Ramallahê êrîş birin li ser Filistînîyan, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 Filistînî şehîd bûn û Filistînîyek jî birîndar bû.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xortên Filistînî li dijî siyonîstan çalakî li dar xistin û 2 siyonîst îşxalker birîndar kirin. Ji ber çalakîya ku hat kirin siyonîst êrîş birin li ser xortên Filistînî û ew şehîd kirin. Siyonîstên terorîst nehiştin ku Filistînîyê ku di êrîşa wan de birîndar bûbû bê dermankirin û bê rakirin nexweşxanê.
Ji bilî van êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst hatin lidarxistin, vê şeveqê jî li Hêla Xerbê û Qudsê jî êrîş û di serdegirtin hatin kirin. Di êrîş û serdegirtinên ku hatin kirin de 21 Filistînî hatin desteserkirin ku di nav van kesan de Luey Farisê êsîrê berê jî heye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.