Siyonîstên terorîst 3 Filistînî şehîd kirin

Siyonîstên terorîst 3 Filistînî şehîd kirin

Siyonîstên terorîst êrîşî xwepêşandarên Filistînî kirin, di encama êrîşê de 3 Filistînî şehîd bûn.

Hat ragihandin xwepêşanên ku berî niha di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Doh piştî nimêja înê cardin xwepêşan hatin lidarxistin. Siyonîstên terorîst û îşxalker bi berik û bombeyên xazê êrîşî Filistînîyên xwepêşandar kirin. Di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 3 Filistînî şehîd bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Xazzê ve hat belavkirin de hat diyarkirin di êrîşa siyonîstên terorîst de 3 Mislimanên Filistînî yên bi navê Muhammed Muîn El-Cehcuh, Abdulazîz Ebu Şerîa û Mahîr Yasîn şehîd bûn û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.