Siyonîstên terorîst di heyama hilbijartinan de 800 kesên Filistînî desteser kirin

Siyonîstên terorîst di heyama hilbijartinan de 800 kesên Filistînî desteser kirin

Siyonîstên terorîst û îşxalker berîya hilbijartinên ku di 9ê Nîsanê de hatin kirin 800 Filistînîyên pîrek û zilam desteser kir.

Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker berîya hilbijartinên ku di 9ê Nîsanê de hatin kirin di navbera dîrokên 22ê Sibatê 9ê Nîsanê de 800 Filistînîyên pîrek û zilam desteser kir.

Di raporta ku ji teref Heyeta Karên Azabûyî û Êsîran ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin, partîyên siyonîst ji bo zêdetir deng qezenc bikin zext û fîşara li hember Filistînîyan zêde kirin ku ev yek jî wê helwesta wan a nîjadperest nîşan dide.

Di berdewama raporta ku hat belavkirin de hat destnîşankirin êşa wan êsîrên Filistînî yên di zindanan de ji teref siyonîstan ve wek amûrê hilbijartinê tê bikaranîn û dû re hat destnîşankirin birêveberîya îşxalê sepanên hovane li ser êsîran tetbîq dike da ku ew bimirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.