Siyonîstên terorîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin: Şehîd û birîndar hene

Siyonîstên terorîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin: Şehîd û birîndar hene

Siyonîstên terorîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de Mislimanek şehîdbû û gelek Misliman jî birîndar bûn.

Hat ragihandin siyonîstên terorîst li nêzî bajarê El-Xelîl xortekî Filistînî yê bi navê Yasîr Fevzî Şuveyk bi îddîaya ku çalakîya bi kêr li dar xistiye şehîd kir.

Siyonîstên terorîst li herêma Mescîdî Eqsayê êrîşî Mislimanên ku li hewşa Qubbetussehrayê nimêj dikirin  kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de gelek Misliman birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxaneya El-Makasit.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di êrîşa ku doh êvarî ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de xortê bi navê Musa Muhammed Mûsayê 23 salî jî şehîd bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.