Siyonîstên terorîst îsal 16 zarokên Filistînî şehîd kirin
Siyonîstên terorîst û îşxalker îsal heta niha 16 zarokên Filistînî şehîd kirin û hezar û 233 zarokên Filistînî jî birîndar kirin.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker îsal heta niha 16 zarokên Filistînî şehîd kirin û hezar û 233 zarokên Filistînî jî birîndar kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Navenda Mafên Însanan a El Mîzanê ve raportek hat weşandin.
Di raporta ku hat weşandin de bal hat kişandin li ser zarokên Filistînî yên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatine şehîd û birîndarkirin.
Di raportê de hat diyarkirin, siyonîstên terorîst û îşxalker îsal heta niha 16 zarokên Filistînî şehîd kirin û hezar û 233 zarokên Filistînî jî birîndar kirin.
Ji teref Navenda Êsîrên Filistînî ve jî derbarê Filistînîyên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatine desteserkirin de raportek hat weşandin. Di raportê de hat diyarkirin îsal 2 hezar û 600 kes ji teref siyonîstan ve hatine desteserkirin
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.